Xwendekaran hevalên xwe tenê nehiştin

În 29 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • "Em piştgiriya xwe ji hevalên xwe yên xwendekarên Zanîngeha Rojava û civaka Rojava re dişînin."

Xwendekarên Zanîngeha Bremenê têkildarî şehîdkirina her sê fermandarên jin, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan peyamek ji xwendekarên Zanîngeha Rojava re şand û got, "Em piştgiriya xwe ji hevalên xwe yên xwendekarên Zanîngeha Rojava û civaka Rojava re dişînin."

Wan got, “Êrişa li ser zanîngeha we, di dema Konferansa Şoreşa Jinê de û di dema beşdarbûna we de, me bê ziman dihêle. Em bê ziman, xemgîn û bi hêrs in.

Axaftina Jiyan Tolhildan a di foruma jinan a di salvegera 10´an a Şoreşa Rojava de li ser me bandoreke kûr kir. Tişta herî kêm a ku em dikarin bikin ew e ku gotinên wê belav bikin û eşkere bikin, kê jiyana wê bi dawî kiriye; dezgeha dewleta kolonyalîst a dewleta Tirk bi awayekî eşkere êrişeke baviksalarî kir. Armanca vê êrişê têkbirina dilê şoreşê û têkoşîna ji bo civaka azad  bû.

Bi vê êrişê dixwestin armanca pevguhertina azad a ramanan li Zanîngeha Rojava asteng bikin û bi zimanê terorê biaxifin.

Em dixwazin ji we re bibêjin ku em bi we re ne. Hûn ne bi tenê ne. Hûn ji bo civakeke azad şer dikin, lê hûn ji bo me hemûyan têdikoşin. 

Em piştgiriya xwe ji bo we hevalên xwe yên xwendekar û civaka Rojava dişînin."

BREMEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.