108 xwendevan mezûn bûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:04

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 108 xwendevanên ku dibistana Amadeyî qedandin, bi şahiyekê hatin pîroz kirin û mezûn bûn. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 108 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd  Koçerîn ku dibistana Amadeyî qedandin, mezûn bûn. Destpekê xwendevanan li parka şehîd Aryen Cûdî wêneyên xwe girtin û ji wir ji berê xwe dan cihê şahiyê. Şahî li baxçeyê dibistanê ya Şehîd Koçerîn, tevî malbatên xwendevanan bi tevlîbûna dehan kes hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiyê deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêz girtinê, ji Rêveberiya dibistana Şehîd Koçerîn Aysel Bîlen axaftinek kir û got:“Bingehê avakirina civakê perwerdeye û li ser vê bingehê her civak sazûmaniya xwe çêdike. Wek hun jî dizanîn her civak ji bo pêşeroja civaka xwe kadroyên xwe yên civakê bi rêya perwerdeyê ava dike. Em di wê baweriyê de ne ku xwendevanên ku îro ji dibistana amadeyî mezûn dibin wê bibin rewşenbîrên vê civakê. Em dûbare di jiyana hemû xwendevanan de serkeftinên mezintir dixwazîn û sipasiyên hemû mamosteyên xwe dikîn.” Piştî axaftina Aysel Bîlen sînevziyonek li ser kêliyên perwerdeya xwendevanên mezûn bûyî hat nîşandan. Her wiha komên govendê û koma mûzîkê yên xwendevanên mezûn bûyîn derketin ser dikê û kêliyên bi coş bi gel dan jiyan kirin. Li ser navê xwendevanan jî Dilgeş Sipêrtî hest û keyfxweşiya xwe anî ziman û got:“Em wek xwendevanên amadeyî sipasiya hemû malbat û mamostayên xwe dikin ku di jiyana me de xwedî kedên mezin in. Em soz didin wan ku em heta kêliya dawî ya jiyana xwe li vê kedê xwedî derbikevin.” Şahî bi gerana govendek mezin bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.