Van xwendekaran bi çalakiyê dest bi xwendinê kir

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:48

  • Xwendevanên gundê Pîreş yê ser bi Hewlêrê, ji ber nebûna dibistanê, çalakiyek li dar xist.

Xwendevanên gundê Pîreş yê ser bi Hewlêrê, ji ber nebûna dibistanê, çalakiyek li dar xist.

Li seranserê Herêma Kurdistanê doh dema nû ya xwendina sala 2022-2023´yan dest pê kir. Di roja yekem a xwendinê de xwendekaran çalakiyek ji ber nebûna dibistanê li dar xist.

Xwendekarên gundê Pîreş ê ser bi Hewlêrê, ji ber nebûna dibistanê çalakiyek li dar xist. Xwendekaran diyar kir ku dibistana wan li gund nîne, ji bo wê jî berê wan didin cihekî din û ew ê nikaribin li wir xwendina xwe bikin.

Xwendekar dibêjin, di dibistana niha de ti xizmet nayê kirin û nikarin di van refên dibistanan de xwendina xwe bidomînin. Xwendevanan bang li hikumetê kir da ku cihekî guncaw ji bo wan peyda bike.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.