Xwendekaran got berxwedan wê dewam bike

Pêncşem 17 Sibat 2022 - 22:42

  • Xwendekarên Zanîngeha Helebce û Zanîngeha Çermo bi daxuyaniyan ragihandin, heger hikûmet di zûtirîn demê de xerciya wan a mehane nede, ew ê car din dest bi xwepêşandanan bikin.

Xwendekarên Zanîngeha Helebce û Zanîngeha Çermo bi daxuyaniyan ragihandin, heger hikûmet di zûtirîn demê de xerciya wan a mehane nede, ew ê car din dest bi xwepêşandanan bikin.

Di dawiya meha Mijdara 2021’ê de xwendekarên zanîngehê û peymangehan li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê ji ber nedana xerciya mehane û nebûna xizmetguzariyên ji bo malên xwendekaran, dest bi xwepêşandanan kiribû. Xwepêşandanan bi rojan berdewam kir.

Hikûmeta Herêmê wê demê ragihand ku ew ê xerciya mehane ya xwendekaran bide.

Lê zêdetirî du mehan paşê, hîna jî hikûmetê xerciya xwendekaran nedaye.

Li dijî vê yekê doh xwendekarên Zanîngeha Helebce daxuyaniyek da çapemeniyê û wan ragihand, heger hikûmet di zûtirîn demê de daxwaza wan bi cih neyîne, ew ê car din dest bi xwepêşandanê bikin.

Bi heman daxwazê li ber Zanîngeha Çermo ya li navçeya Çemçemalê jî xwendekaran daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Hogir Hadî got, di dema derbasbûyî de li gel aliyên peywendîdar gelek civîn wan li dar xistine, lê 66 roj derbas bûn, heta niha ti gav ji bo dayîna xerciya xwendekaran nehatiye avêtin.

Hogir Hadî got, heger daxwazên wan bi cih neyên anîn, ew ê car din weke xwendekarên zanîngeh û peymangehan dakevin meydanan.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.