Xwendekar li ber rejîmê serî natewînin

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 02:46

Li zanîngehên Îranê, xwendekar li dijî zextên dewletê, ferzkirina hîcabê û jehrîkirinê çalakiyên xwe didomînin.

Herî dawî hikûmeta Îranê ragihandibû ku ew dê bi kamerayan ‘hîcaba mecbûrî’ kontrol bikin û ev yek xist meriyetê. Di heman demê de bi hinceta ku li gorî hîcabê tev negeriyane, zêdetirî 150 saziyên bazirganiyê jî girtin.

Li hemberî van zextan jî çalakî bênavber dewam dikin.

Di rapor û dîmenên malpera Iran International de xwendekarên Fakulteya Psîkolojiyê ya Zanîngeha Tehranê pêr li dijî sepandina hîcabê û zextên giran ên dewletê yên li dijî xwendekaran xwepêşandan li dar xist.

Xwendekaran pankartên "Rewşa Îranê xirab e, melalî bi hîcabê difikire" û "Ber bi azadiyê ve" hildan.

Li Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Tehranê jî xwendekaran li dijî ferzkirina hîcabê û jehrîkirina xwendekarên jin, çalakî li dar xist. Xwendekaran pankartên "Xwendekarên jin hatine jehrîkirin, mamoste di girtîgehan de ne, lê serketina wan a yekane hîcab e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.