• Li Başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngeh û peymangehan careke din daketin meydanan û daxwaza mafê xwe kirin. Xwedekar diyar dikin ku heta daxwazên wan bi cih neyên anîn, ew ê çalakiyên xwe nesekinînin.

Li Başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngeh û peymangehan careke din daketin meydanan û daxwaza mafê xwe kirin. Xwedekar diyar dikin ku heta daxwazên wan bi cih neyên anîn, ew ê çalakiyên xwe nesekinînin.

Nerazîbûna xwendekarên zanîngeh û peymangehan li dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyan dewam dike. Doh jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendekaran li zanîngehên Koye, Silêmanî, Ranye, Qeladize û Kelarê çalakî lidarxistin.

Xwendekar li ber deriyê zanîngehan kom bûn û wan diyar kir ku ew daxwaza mafên xwe dikin û heta daxwazên wan bi cih bên jî ew ê xwepêşandanên xwe dewam bikin. 

SILÊMANÎ