Xwediyên peymanê sûcdar in

Duşem 26 Cotmeh 2020 - 23:15

Ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan bi Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hico re peyivî. Hico got, ew ê peymana li ser Şengahê, qebûl nekin.
Riham Hico di şandeya Şengalê de cihê xwe digire. Wî diyar kir ku wan bi hin nûner û saziyên Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Silêmaniyê re hevdîtin kirine. Hico li ser van hevdîtinan got, “Di dema Fermana Şengalê de her du hêz jî li bajêr bûn. Lê Êzîdî bi qirkirinê re rûbirû hiştin. Yên ku bûn hevkarên vî sûcî, niha ti mafên wan tineye ku li ser Şengalê biaxivin. Bi vê peymanê dixwazin karê ku DAIŞ’ê di nivî de hişt temam bikin. Di nava vê pîlanê de, ji bilî hêzên girêdayî PDK´ê û hikûmeta Iraqê, hêzên din jî hene. Tesewirkarê herî mezin ê Tirkiye, DYE û Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Em ê vê peymanê ti carî qebûl nekin.”  

Şengal xweseriya xwe dixwaze

Hico ji MA´yê re got, ew ê mîna pêvajoya DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrişî wan kir, dest û lingên xwe girênedin û rûnenin: “Em ê bi hêza gelê xwe tevbigerin. Êdî rewş wisa bûye, ji ber ku me di dema fermanê de û piştî fermanê xwe parast, me sûcdar hesibandin. Ji ber ku em tine nebûn, me sûcdar dikin. Lê bila baş zanibin, Şengal wê venegere beriya 3’yê Tebaxê. Em xweseriya xwe dixwazin. Em li dijî komployên wan jî amade ne. Me biryara xwe daye. Yan em ê di Şengalê de bi awayekî azad bijîn, yan jî em ê ji bo axa wê bimirin. Emê bi ti awayê din nejîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.