Xwediyê têkoşîna destanî Fermandarê Leheng: Dêrsim Nûrhak

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 03:15

  • HPG'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Dêrsîm Nûrhak bi bîr anî û got: Têkoşîna wî ya destanî û şoreşgeriya wî ya lehengî wê ji hevrêyên wî, ciwanên Kurd û gelê me re timî bibe mînak.

HPG’ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Akademiyên APOLLO Dêrsim Nûrhak di salvegera şehadeta wî de bibîranî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:"Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrêyê me Dêrsîm Nûrhak 1'ê Cotmeha 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadeta fermandarê pêşeng ê partiya me PKK'ê hevrê Dêrsîm Nûrhak bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wî re dubare dikin.

Hevrêyê me Dêrsîm ku bi bawerî û têgihiştineke xurt tevlî têkoşîna me ya azadiyê bû ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, ji xwe re kir armanc ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bişikîne, di tevahiya jiyana xwe de ev sekna xwe dewam kir. Bû yek ji fermandarên me yên leheng ku weke milîtanekî fedaî yê Apoyî û derwêşekî hemdem mohra xwe li dîroka têkoşîna me xist. Di nava jiyana xwe ya têkoşînê ya 31 salan de li çar aliyên Kurdistanê, ji Başûrrojava heta bi Dêrsîmê, ji Serhedê heta bi Efrînê, ji Xakurkê heta bi Zap û Qendîlê û gelek metropolên Tirkiyeyê li qadeke berfireh bênavber têkoşiya. Weke şagirt û mamosteyekî jêhatî yê îdeolojiya Apoyî mohra xwe danî binê gelek serketinan. Hevrêyê me Dêrsîm bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û derwêşane di dilê hevrê û gelê xwe de bû xwedî cihekî mezin, bi kûrahiya di rêbaza kar a Apoyî de mohra xwe danî binê gelek serketinan û ji bo amadekirina bingeha ji gelek karên girîng re ked da, fedakarî kir. Hezkirin û dilsoziya bi Rêberê me û hevrêyên xwe re di ser her tiştî de dît, mezinkirina vê dilsozî û hezkirinê ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn, bû parêzvanekî xurt ê pîvana hevrêtiyê ku cewhera PKK'ê ye û veguherî abîdeyeke sax. Bi vê sekn û keda xwe hêjayî Endametiya Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê hat dîtin. Weke hevrê û şervanên wî, di salvegera şehadeta hevrêyê xwe Dêrsîm Nûrhak de em careke din wî bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de ji malbata welatparêz a gelekî hêja, ji xelkê me yê Meletiyê û gelê me yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku armanca Kurdistana azad û sosyalîst, serbixwe pêk bînin ku hesreta fermandarê me hevrêyê me Dêrsîm Nûrhak bû.

Şoreşgerê Leheng!

Hevrêyê me Dêrsîm ku li navçeya Majûran a Meletiyê ji eşîra Balyan a esîl û qedîm di nava malbateke Kurd a Elewî de jidayîk bû. Di sala 1983'an de ji bo perwerdeya xwe ya lîseyê dewam bike çû Amedê, li Amedê zexta giran a dijmin a li ser gelê me dît, li vê derê piştî ku gelek kesên ji Zindana Amedê derketibû dît, fêhm kir ku şoreşgeriya rasteqîn bi wê yekê dibe ku xwe bi temamî fedayî têkoşînê bike. Hevrêyê me dema ku li Amedê bû kete nava lêgerîna wê yekê ku rastiya civaka Kurd bêhtir fêhm bike, di heman demê de hewl da hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê xurt bike. Piştre sala 1986'an dema ku ji bo xwendina zanîngehê çû Stenbolê, lêgerînên xwe yên têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me tevlî nava karên ciwanan ên xwendekar bû, di heman demê de kete nava lêgerîna rê û rêbaza wê yekê ku partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Dêrsîm di dema Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) de ku mohra xwe li serdemekê xist û kevneşopiyeke bingehîn a têkoşînê afirand, li Stenbolê û li zanîngehê karekî çalak kir. Li vê derê ji ber karên şoreşgerî sê caran hate binçavkirin. Lê belê ev zextên dijmin li şûna rawestandina hevrêyê me Dêrsîm, daxwaza wî ya ji bo têkoşînê hîn mezin kir. Li ser vê bingehê Dibistana Bilind a Çapemenî-Weşanê ya Zanîngeha Marmarayê terikand, di sala 1990'î de li Geverê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dêrsîm ku bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî, bi coş û kelecan li pêş bû, bi pratîka xwe di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmet û baweriyê. Di demekê de ku hevrêyên me yên di şer de bûn xwedî tecrûbe û bi pêş diketin, diçûn Qada Rêbertî, li ser pêşniyara hevrêyan şensê wê yekê dît ku derbasî Qada Rêbertî bibe. Bi kêfxweşiyeke mezin ev pêşniyar pêşwazî kir. Hevrê Dêrsîm sala 1991'ê li Geliyê Bekaayê weke şagirtekî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz gihîşt Qada Rêbertî. Bi tevlîbûn, sekn û asta biryardariya xwe ya di gerîlatiyê de hevrêyê me Dêrsîm ji Rêberê me û hemû hevrêyên xwe bawerî wergirt. Di wan salan de weke gerîla û fermandarekî ARGK'ê wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih anî û xwest hêjayî hewldan û keda Rêbertî û şehîdên leheng bibe. Hevrê Dêrsîm weke milîtanekî Apoyî yê fedaî xwe kir hêza çareseriyê, ji pirsgirêkên hevrêyên xwe û gelê xwe berpirsyar dît, hewl da alternatîfê peyda bike û wezîfeyên şoreşgerî yên demê bi cih bîne. Ji bo fermandariya Apoyî ya fedaî ya ku di xwe de dihewand bide hevalên xwe, gerîlatiya serdema nû û fermandayê serketinê bi pêş bixe wek fermandarê Akademiyên Apollo erk girt. Hevrê Dêrsîm hema hema li her eyaleta Kurdistanê xebat meşand û şer kir. Danehevê ku girtiye bi eşq û daxwazek mezin da şervanên xwe. Dema dixwest erka xwe ya têkoşînê bi cih bînê di encamê êrîşa dijmin a 1'ê Cotmeha 2021'ê de şehîd bû. Têkoşîna destanî ya Hevrê Dêrsîm, meşa wî ya bêteredût û şoreşgeriya wî ya lehengî ji aliyê hevalên wî, ciwanên Kurd û hemû gelê me ve wê her tim mînak were dîtin û nayê jibîrkirin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dêrsîm Nûrhak bi vî rengî ne:

Dêrsim Nûrhak (Îzzettîn Înan), li Meletî jidayîk bûye, 1’ê Cotmeha 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.