Xwediyê rêwîtiyeke bê westan
Duşem 16 Kanûn 2024 - 02:55
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Zapê şehîd bû eşkere kir û got: "Ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak û weke milîtanekî Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrêyê me Derwêş Çiya, di êrişa dijmin a 8’ê Îlona 2024’an de, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, gihişt şehadetê. Hevrêyê me Derwêş, bi naskirina têkoşîna azadiyê, haya wî ji heqîqeta civaka Kurd çêbû. Bi îdîa, biryardarî û daxwazeke mezin di refên têkoşînê de cih girt. Ji karê herî biçûk heta şerê fedaîyane bû xwediyê rêwîtiyeke bêwestan. Hevrêyê me Derwêş, ji tevlêbûna xwe heta şehadeta xwe, di her kêliya têkoşînê de wekî milîtanekî Apoyî û fedaî tevgeriya. Bi sekna xwe, rêhevaltiya xwe ya jidil û şexsîyeta xwe ya mutevazî, fedaî û kamil ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak û wek milîtaneke Apoyî di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe girt. Hevrêyê me PKK’yî bûn wekî rûmet û şanaziya herî mezin didît û di hemû jiyana xwe de li gor vê mîsyonê tevgeriya. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wî mezintir bikin.
Berxwedêrê Sûrê
Hevrêyê me Dewrêş jî ku yek ji ewladên hêja yê gelê me yê Amedê bû, wek kesekî ji eşîra Bekirhanê ku yek bi kokdartirîn eşîrên Kurdistanê ye, hat dinê. Hevrêyê me Derwêş bi saya hin hevalên xwe têkoşîna me nas kir û destpêkê di çend karên legal de kar kir. Lê belê bi taybet ji sala 2015’an ve zêdebûna êrîşên dijmin û hewla tepisandina têkoşîna me ya azadiyê ku her ku diçe mezintir dibe, biryar da li Amedê di xebatên YPS’ê de cih girt û kedeke mezin da pêşxistina berxwedana dîrokî ya Sûrê. Ji xebatên binesaziya berxwedana Sûrê bigire di hemû pêngavan de cih girt û di payîza 2015’an de bi awayekî nexweş ket destê dijmin. Hevrêyê me di hucreyan de pêşengiya hevalên xwe kir ku Partiya me û Rêbertî ji nêz ve nas bikin. Di sala 2019’an de, beşdarî greva birçîbûnê bû ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me hatibû destpêkirin û di vê pêvajoyê de roleke giring lîst. Hevrêyê me Derwêş di sala 2020’an de bi du hevalên xwe yên zindanê re tevlî refên gerîla bû. Hevrê Derwêş ê ku bi saya asta biryardarî û îdîaya xwe ya di nava têkoşînê de û sekna xwe ya fedaî ya di jiyanê de baweriya hevrêyên xwe bi dest xist û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me yê ku bi asta xwe ya profesyonel, sekna xwe ya milîtanî û hevrêtiya xwe ya bihêz ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî dihate hezkirin, derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me li herêma Şehîd Delîl tevlîbûneke çalak û bicoş nîşan da. Di kêliya çalakiyê de, bêyî dudilî û bi awayê herî bibandor bi ser mewziyên dijmin de çû û bi hêrsa xwe ya bi salan derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyê me ku rêzeke mezin ji hevrêyên xwe re digirt, bi kena ser rûyê xwe dilê hemû hevrêyên xwe germ dikir û ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dewrêş wiha ne:
Derwêş Çiya (Alî Yaman), li Amedê jidayîk bûye, 8’ê Îlona 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN