- Kurdistaniyên li dîasporayê doza azadiya Ocalan kir û desteka çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di hepsên dewleta Tirk de.
Li seranserê Ewrûpayê, Kurdistaniyan û dostên wan ji Rêber Abdullah Ocalan re bi çalakiyan doza azadiyê kir. Ji Dusseldorf a Elmanyayê heta bi Marsîlyaya Fransayê, çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi şîara ‘Na ji dagirkerî, faşîzm û tecrîdê re, dem dema azadiyê ye’ meşek hate lidarxistin. Ji bajarên Dusseldorf, Koln, Bonn, Dortmûnd, Duisbûrg, Essen, Bielefeld û Munsterê bi sedan kes tevlî meşê bûn.
Meşê li Corneliusplatzê dest pê kir. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî ‘Azadî ji Ocalan re’ hilda. Çalakgeran destek da girtiyên siyasî yên di hepsên dewleta Tirk de di greva birçîbûnê de neDi çalakiyê de pankarta ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê hate hildan.
Meş li pêşiya DGB Haûsê bi mîtîngê bi dawî bû. Di mîtîngê de Nûnera HDP’ê ya Ewrûpayê Leyla Îmret bal bire ser greva birçîbûnê.
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê jî bi çalakiyekê tecrîdkirina Rêberê Abdulah Ocalan hate protestokirin û xwedî li berxwedana li zindanan hate derketin. Kurdistaniyên li bajarên Oldenburg û Aurich ên Elmanyayê, ji bo tecrîdê protesto bikin û xwedî li greva birçîbûnê ya li girtîgehan derbikevin, çalakiya xwe kir.
Li bajarên Elmanyayê Kiel, Frankfurt, Saarbrûcken û Hamburgê jî çalakiyên bi heman rengî bi rê ve çûn.
Girtiyên siyasî berdin
Li paytexta Fransayê Parîsê jî bi çalakiyekê tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin.
Çalakî bi pêşengiya TJK-F’ê hat kirin û pankarta li ser nivîsandî “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re azadî” li Meydana Trocadéro hate hildan.
Li bajarên Elmanyayê Strasbourg, Marsîlyayê, Bordeaux jî bi heman armancê çalakiyên Kurdistaniyan hebûn.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê jî bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN’ê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê, li Paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê, li bajarên Swîsreyê Basel û Cenevreyê jî doza azadiya Rêber Ocalan û serbestkirina girtiyên siyasî hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN