- Li bajarê Wormsê yê Elmanyayê ji bo xwedîderkatina li Rojava û Berxwedana Heftenînê mîtîngek hat lidarxistin.
Li bajarê Wormsê yê Elmanyayê ji bo xwedîderkatina li Rojava û Berxwedana Heftenînê mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Trênan a Navendî hat lidarxistin. Ji rêveberên Meclisa Gel a bajêr Xalis Doğan li vir îşaret bi siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk kir û girîngiya berxwedana li dijî vê kir.
Dr. Michael Wilk ê ku gelek caran çûye Rojava jî got, divê alîkariya Heyva Sor a Kurd bê kirin. Wilk li dijî siyaseta Elmanyayê ya qedexeker jî got, "Li Elmanyayê qedexekirina alayên YPG û YPJ´ê yên ku zora çeteyên bela serê dinyayê birin, ez şermezar dikim."
Di çalakiyê de siyasetvanê Kurd Faysal Sariyildiz jî bi bîr xist ku parêzer Ebru Timtik di berxwedana li dijî neheqiyê jiyana xwe ji dest daye. WORMS