Xwedî li pêşengên xwe derkevin

Duşem 6 Adar 2023 - 02:50

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Iraq, bi taybetî li dijî Şengalê, bênavber dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Sibatê de Fermandarên YBŞ’ê Agir Cefrî û Pîr Çeko kir hedef. Di êrişa hovane de her du fermandar şehîd bûn. Herwiha di 1’ê Adarê de jî rêveberê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo, di encama êrişa dewleta dagirker de şehîd bû.

Derbarê êrişên dagirkeran de, berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê YNK’ê ya li Şengalê Dawid Cindî axivî.

 

Divê ciwan nekevin xefika dijmin

Dawid Cindî bal bire ser kesên hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dikin û got; “Sîxuriya bipêşketî, nîşana wê ye ku gelê me di warê yekîtiyê de kêm maye û hev negirtiye. Kesên tên hedef girtin, hemû ew kesên ku dijî DAIŞ’ê şer kirine û pêşeng bûn. Em bang li civaka xwe dikin li pêşengên xwe xwedî derkevin, ji ber ku van pêşengan û bi sedan hevalên din di oxira Şengalê de canê xwe dane. Lazim e gelê me hev bigire da ku bigihîje armanca xwe.”

Di dawiyê de Dawid Cindî bang li ciwanan kir da ku nekevin xefika dijmin, ji bo derve kar nekin û derbê li civaka xwe nedin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.