Mamosta Xanim Cirdo da zanîn ku wan destpêkê li Şengalê di bin çadirekê de dest bi perwerdeyê kirine û got; “Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzîdiyan heye. Ji bo civaka Êzîdî carek din ber bi tinebûnê ve neçe, divê civaka Êzîdî xwedî li dibistanên xwe derkeve, ji ber ku dixwazin bi hêcetên cûda careke din çand û zimanê civaka Êzîdiyan tune bikin.”

Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzîdî li Şengalê komcivîna xwe pêk anî. Di komcivînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiya Şengalê û rêziknameya perwerdeyê hate nirxandin. Mamosta Xanim Cirdo li ser naveroka komxebata civînê, siyaseta Iraq û hêzên derve ya ser destkeftiyên Êzîdxanê got: “Civaka Êzidî ne tenê ji aliyê fizikî ve hate qirkirin, di warê çandî, bawerî û ziman de jî tê qirkirin. Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzîdiyan heye. Di bin navê dibistanê Erebî de qirkirinek spî li ser ziman û çanda Êzîdiyan tê kirin. Dixwazin bi siyaseta ku niha ji aliyê hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê ve li ser civaka me tê meşandin, zimanê Kurdî û perwerdeya li Şengalê reş bikin. Dixwazin vê yekê bi hêceta zimanê me nefermiye, bidin ferz kirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL