Dadgeha Mûsilê cezayê bidarvekirinê li 4 ciwanên Şengalî birrî. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê biryar weke biryareke siyasî pênase kir û bang li gel kir ku li ber vê biryarê rabin, dakevin qadan.
Roja 26'ê Îlona 2020'an 2 xortên ji eşîra Şemir li ser rêya navbera Til Izêr û Şengalê hatibûn kuştin. Bi îdîaya kuştina ciwanên Ereb, 4 ciwanên Êzîdî yên ku temenê wan di bin 20 salan re, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibûn girtin.
Dadgeha Ceza ya Mûsilê di dadgehkirina van ciwanan de biryara xwe eşkere kir. Dadgehê cezayê bidarvekirinê li 4 ciwanên Êzîdî birrî. Ji bo biryar bi cih bê anîn divê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih biryarê bipejirîne.
Têkildarî mijarê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek weşand û li ber vê biryarê rabû.
Hevseroka Meclîsê Xezal Reşo daxuyanî xwend û diyar kir ku biryara darvekirinê biryareke siyasî ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hikûmeta Iraqê qanûnê tenê li ser civaka Êzîdî pêk tîne. Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin û rixmî hebûna belgeyên pêwîst ku destê wan di xwîna Êzîdiyan de heye jî, biryara bidarvekirinê li ser wan dernaxînin.
Em wek MXDŞ'ê bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê neheqiya li dijî ciwanên me bêdeng nemîne, dakevin kolanan. Heger îro em li hemberî van bêdeng bimînin, wê sibe bi sedan kesên din bi hincetên cuda bigirin.”
ŞENGAL