ŞÎRÎN SALIH / NÛJINHA / SILÊMANÎ
Şadan Farûq a xelkê bajarokê Tewêle ye û niha li bajarê Silêmanî dijî, li gel xwişka xwe Şanaz Farûq û du jinên din ev nêzî 7 meh e malperek a cil û bergên Kurdî bi navê ‘Kuzhaka Kurdî’ vekirine, bi çêkirin û firotina cil û bergên Kurdî parastina çandê dikin.
Şanya Farûq derbarê karê xwe de got:“Me ev kare ji bo zindîkirina çanda Kurdî hilbijartiye, ji ber ji bo hemû cih cil û bergên Kurdî li ber xwe dikin. Me destpêkê di nava Kurdistanê de cil û bergên Kurdî dikirî û difirot. Lê belê niha em cil û bergên kurdî dişînin welatên derve jî. Niha di her çar werzê salê de cilên Kurdî tên li ber kirin û giringî didinê. Ev cih keyfxweşiyê ye, ji ber di çend salên bihurî de cilên Kurdî ber bi tûnebûnê ve diçû.”
Vanas Serwer a 15 salî yek ji keça Şadan e dema ku dibîne dayîka wê bi cil û bergên Kurdî ve mijul dibe û dikeve nava kar û dixwaze weke dayîka xwe cil û bergên Kurdî li ber xwe bike. Vanas Serwer dibêje:“Ez gelek keyfxweş im divê temenî de cilên Kurdî li ber bikin ku nîşana neteweyî ye.”
Şaniya Farûq got:“Peyama min ji bo jinan ew e ku, ez bi xwe weke jinekê piştgiriya jinên din dikim, da ku bikarin her karê bikin û bi serbixin. Bila hewl bidin cilên Kurdî weke nîşana Kurdî biparêzin û jin jêhatiyên xwe derbixin holê û malbat jî piştgirî bikin. Ji ber piştgiriya malbatê pêngavek giring e ji bo serkeftina jinê.”