Xwedî li berxwedanê derkevin

Duşem 18 Çile 2021 - 01:08

  • Nivîskar Muhammed Înal ku di zindana Kandirayê de tê girtin, bi rêya telefonê bi xwişka xwe Suheyla Înal re axivî û xwest civak bêhtir bala xwe bide ser berxwedana li zindanan û xwedî lê derkeve.

DENÎZ BABÎR
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan biqede, ji 27’ê Mijdara 2020’î ve li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor pêk tê. Muhammed Înal ku li Girtîgeha Kandirayê tîpa F Hejmara 1’ê tê girtin, bi rêya xwişka xwe qala zext û pirsgirêkan kir.

Mûhammed Înal got, “Eger azadî, azadiya gelê me û azadiya Rêberê me ye, wê demê divê armanca bingehîn a berxwedana me jî ew be. Zindan li ber xwe dide, gelê me yê li Ewropayê jî, mirovên li Başûrê Efrîkayê jî. Li her derê kampanya tên meşandin, lê belê ya esasî divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê rabe ser piyan û li ber xwe bide. Pêwîst e ku ciwanên me xwedî li vê pêngav û berxwedana me derkevin. Belê zindan jî wê li ber xwe bide. Li qadên azad jî wê gerîla li ber xwe bidin. Lê belê azadî azadiya gel e. Eger gel xwedî li azadiya xwe dernekeve, kampanyayên li derveyî welat tên lidarxistin wê negihêje encama ku tê xwestin.

Nemrûd û Firewn jî têk çûn

Bila neyê jibîrkirin, Nemrûd jî, Firewn jî têk çûn. Bi rêya têkoşîna me wê Fîrewn, Nemrûd ên hemdem jî wê têk biçin. Bila tirs û fikar tune be. Belê di vê pêvajoyê de dibe ku xwe xurt dibînin. Lê belê ya rast ew e ku di dema herî lawaz û têkçûyînê de ne. Eger em têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin, divê em zanibin ku em jî di dema herî xurt de ne. Eger em bi vê bawerî û têgihiştinê têkoşîna xwe dewam bikin, serketin a me ye.”

Muhammed Înal kî ye?

Muhammed Înal di dema xwendina lîseyê de tevlî karên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û ciwanên welatparêz bû. Ji bo rêxistinbûna ciwanan, jinan û meleyan a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê civîn li dar xist û kar kir. Di heman demê de karê saziya çapemeniyê ya heman tevgerê ya bi navê Bawerî li Tirkiyeyê dewam kir û kovara Nêrîna Îslamî çap kir. Sala 1999’an dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin, tevî kurê xaltîka xwe hate girtin û sê caran cezayê îdamê lê hate birîn. Cezayên îdamê pişte veguherandin cezayê muebbetê.

Berhemên wî

Pirtûka ‘Zerdeşt Wiha Ferman Kir’ û pirtûkên Şêx Sadî Şîrazî yên Dîwana hafiz Şîrazî û Mahmût Yamalak wergerand Kurdî.
Pirtûkên xwe yên bi navê Dîroka Îslama Şoreşgerî û Avakirina Îslamî hene, ku nehatine weşandin. Pirtûkên Pîvanên Taoîzmê yê Sûn Tzû û Fî ma Fîh a Mewlana werdigerandine Kurdî.
Li kovarên Modernîteya Demokratîk, Nêrîna Îslamî, Bawerî, Ronahî, Haksoz û gelek kovarên din gelek gotar nivîsîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.