Xwedî kedeke bêdawî bû

Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:35

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî xebatkarê Çapemeniya Azad Egîd Roj ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 15’ê Sibatê li bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi bîr anî û wiha got:“Di 15’ê Sibata 2025’an de hevrêyê me yê rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Egîd Roj ku li bendava Tişrînê berxwedana gelê me dişopand, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Em hevrêyê xwe Egîd Roj bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê xwe re dixwazin. Ked û hewldana wî ya bêdawî ya ji bo şoreşa Rojava nayê jibîrkirin û di têkoşîna meya azadiyê de bê jiyandin. Hevrêyê me Egîd Roj ne yekemîn rojnameger bû ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye şehîd xistin. Weke tê zanîn, hevrêya me Eylûl Nûhilat di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Şehbayê de, hevrêyê me Heqî, Rêwan û Şîlan di êrişa hewayî ya li ser Qereçoxê ya 25’ê Nîsana 2017’an de, hevrêyê me Welat Tolhildan di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya 2018’an de û hevrêya me Dilovan Gever di sala 2019’an de li Girêspî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rasterast hatin hedefgirtin û şehîd bûn.

Hertim li gel şervan û gelê xwe bû

Hevrê Egîd li Efrînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Hema bêje hemû endamên malbatê ji bo parastina şoreşa Rojava seferber bûne. Heval Egîd di temenekî ciwan de bi destpêkirina şoreşa azadiyê ya Rojava re di sala 2012’an de tev li hêzên parastinê dibe. Heta sala 2014’an bi awayekî aktîf di nava hêzên parastinê de xebat dimeşîne. Di sala 2013’an de taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê ku bi giranî Kurd lê dijîn, bi gelê xwe re li dijî êrişên çeteyan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî parast. Tevî ku di van êrişan de 2 caran birîndar bû jî dest ji têkoşînê berneda û di qadên xebatê yên cuda de têkoşîna xwe domand. Piştî tedawiyê beşdarî xebatên çapemeniyê bû. Weke têkoşerê heqîqetê, di çapemeniyê de bi awayekî aktîf tekoşîn kir û ruhê serdemê nîşan da. Bi taybet Berxwedana li xeta Efrîn-Şehba-Helebê a gelê me yê li dijî erîşen çeteyên DAIŞ ê û dewleta Tirk a dagirker bi belge kir û bi raya giştî re parve kir. 

Bi zanebûn hate hedefgirtin

Hevrêyê me Egîd di roja ku dest bi têkoşîna xwe kiriye heya dawî berpirsyariyên xwe bi kedekî mezin li hember gelê xwe bicîh aniye. Wekî kedkarê ragihandina azad hertim li gel şervanên azadiyê û gelê xwe bû. Di çeperên herî pêş û dijwar de bi wêrekiyek mezin cîh girtiye. Hevrê Egîd bi taybetmendiyên kesayetiyek bi cewher, xwedî disiplîn, xwedî sekna pîvanên hevrêtiyê di dilê hevalên xwe de cîh girtiye.

Bi tempoyek bi coş û bê sekinandin herî dawî çûye xeta berxwedanê a seda Tişrîn, berxwedaniya gelê me ya li seda Tişrînê kêlî bi kêlî şopandiye û ji raya giştî re parve kiriye û sûcên şer ya dewleta Tirk dagirker hemû belge kiriye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker rasterast hevrê Egîd hedef girtiye û şehîd xistiye.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.