Xwedê qebûl neke

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:12

  • Derket holê ku zilma li dijî malbata Arslan ne tenê Edliyeya dewleta Tirk a dagirker a li Amedê bûye û li gundê malbatê lê jî dewam kiriye.

Derket holê ku zilma li dijî malbata Arslan ne tenê Edliyeya dewleta Tirk a dagirker a li Amedê bûye û li gundê malbatê lê jî dewam kiriye. Leşkeran nehiştiye wecîbeyên dînî ji bo şehîd Hakan Arslan li mizgefta gund bên kirin û şîna wî li mala şînê ya gund bê danîn. 

Ciwanê Kurd Hakan Arslan di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Sûra Amedê Kanûna 2015´an şehîd bûbû.

Cenazeyê Arslan par 7’ê sibatê li taxa Hasirli ya navçeyê hatibû dîtîn û radestî Tipa Edlî ya Amedê (ATK) hatibû kirin.

Piştî 7 salan di 29’ê Tebaxê de hestiyên Arslan li Edliyeya dewleta Tirk a li Amedê di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatin kirin.

Alî Riza Arslan heman rojê li gundê Çawûş ê navçeya Qereyaziyê ya ser bi Erziromê, cenazeyê kurê xwe veşart. Lê belê derket holê ku zilma dewleta Tirk a li dijî malbata Arslan li gund jî dewam kiriye. Li gund leşkeran nehiştiye ku wecîbeyên dînî ji bo cenazeyê Arslan li mizgefta gund bên kirin û şîna wî li mala şînê ya gund bê danîn. Ji ber vê zilma li dijî xwe, malbata Arslan wecîbeyên dînî li goristana gund pêk anîne û şîna xwe jî li mala xwe danîne.

Dinya li serê wan gerandin

Têkildarî bûyerê bavê Arslan, Alî Riza Arslan ji Rojnameya Xwebûnê re gotiye: “Dema ku me cenaze bir gund, nehiştin em wecîbeyên dînî li mizgefta gund pêk bînin. Ji ber vê, me wecîbeyên dînî li ser goristana gund pêk anîn. Her wiha nehiştin ku em li mala şînê ya gund şîna xwe jî deynin. Li ser vê me li mala xwe şîna xwe danî.” 

Di dewamê de Alî riza Arslan got, dema di kîs de hestiyên kurê wî dane destê wî gelekî tahde lê bûye: “7 sal bûn kurê min şehîd bûbû. Dema ku şehîd bû 22 salî bû. Dema ku hestiyên kurê min di kîs de dan destê min, dinya li serê min geriya. Gelekî li zora min çû. Rewşa min xerab bû. Xwedê qebûl neke. Bi du biraziyên xwe re hatibûm Amedê. Ji bo ku pirsgirêk dernekeve, me agahî neda kesî. Ji ber wê me tenê hestiyên xwe wergirtin.”

Alî Riza Arslan ji ber mêvanên wî hebûn, zêde agahî nedan û got, hevjîna wî Melîke Arslan ji ber rewşê gelek diêşê: “Me hê dîmenên li ber Edliya Amedê nîşanî hevjîna min nedane. Hevjîna min gelekî diêşê. Du roj in nexweş e. Mevanê min hene, nikarim gelekî biaxivim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.