Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê, pêkanînên dewleta Tirk ên li ser gorên şehîdên Efrînê, weke “kirina çeteyan” bi nav kir û got: “Ji Erdoganê çete bawer nekin, werin ji me bipirsin. Çawa dilê me şewitîbe, xwedê dilê Erdogan jî bişewitîne.”  

Dewleta Tirk a dagirker hefteya bihurî li Efrînên gorên şehîdên Berxwedana Serdemê vekirin û îdîa kirin ku wan gora komî dîtiye. Lê zê derewa wê lê eşkere bûbû. Ev gornebaşiya wê tenê yek ji sûcên wê yên li dijî mirovahiyê ye. Lê vê dilê malbatên şehîdan, Kurdan û esas her mirovî êşand, şewitand.

Hacer Miho dayika du şehîdan e, keçeke wê û kurekî wê şehîd bûne. Di dema Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de jî endama Saziya Malbatên Şehîdan bû. Ew dibêje, “Ew tiştên ku Erdoganê çete dibêje ne rast in. Ewên di wê goristanê de tev zarokên me ne. Ji ber şer dijwar bû, em neçar man 73 cenazeyên xwe li wir defin bikin. Hem şehîdên medenî hem jî şervan di wir de hene. Hemû kefenkirî ne. Me kîjan şehîdê/a xwe li kuderê veşartibe, em ê her rojekê vegerin Efrînê û wan şehîdên ku me bi destên xwe spartine axê, bibînin. Zarokeke min di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bû. Arşîva wan şehîdan tev li cem me ye. Xelk li şûna ku ji Erdoganê çete bawer bike, bila ji me dayîkan bipirsin. Çawa dilê me şewitîbe, xwedê dilê Erdogan jî bi şewitîne." 

Dîroka şehîdgehên Efrînê

Ednan Şêx Mehemed jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ye û şahidiya spartina axê ya şehîdên berxwedana serdemê kiriye. Ew dibêje, "Em dixwazin derewên dewleta faşîst a Tirk ku hem êrişî gelê me, hem jî êrişê şehîdên me dike û ji raya giştî re weke komkujî nîşan dide, derbixin holê. Niha malbatên wan şehîdên ji wê şehîdgehê hatine derxistin, hene. Ew şehîd bi merasîmeke girseyî ya bi amadebûna 50 hezar kesî spartibûn axê. Jixwe, ji arşîva ku me nîşanî raya giştî da jî diyar dibe ka çawa ye. Dayik û bavên wan, şehîdên xwe bi destê xwe veşartin."

Wî avakirina Şehîdgeha Avesta Xabûr jî wiha rave kir: "Dema êrişên ser Efrînê çêdibûn, heya 28’ê mehê me şehîdên xwe dibirin Goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq. Lê ji ber ku êriş zêde bûn û rêya şehîdgehan ji nexweşxaneyê dûr bû, me şehîdgehek li nava Efrînê çêkir. Me navê wê şehîdgehê kir, Şehîdgeha Avesta Xabûr. Nêzî 258 şehîdên me li vê derê hatine veşartin. Hemû şehîdên ‘Berxwedana Serdemê ne’. Dema êriş zêde bûn û gihiştin sînorê bajêr, em neçar man li pişt nexweşxaneya Avrîn cihekî nû çêbikin. Ji 13 heta 15’ê Adarê me şehîdên xwe li pişt nexweşxaneyê vedişartin. Di cara yekemîn de 29 şehîdên me hebûn. Cara duyem 49 şehîd bihevre spartin axê. Herî dawî zarokek şehîd bûyî jî me wir defin kir. Hejmara wan şehîdan tev 73 ne."

ROJNEWS/ŞEHBA