Xwedawenda evînê li Xezayê hat dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:06

  • Li bajarê Xeza yê Filistînê peyekerê “xwedawenda şer û evînê” hate dîtin. 

Li bajarê Xeza yê Filistînê peyekerê “xwedawenda şer û evînê” hate dîtin. Peyker tenê ji seriyekî pêk tê û gewde tine ye. Wisa tê gotin ku temenê vî peykerî 4 hezar û 500 sal e. Yanî dîroka vî peykerî diçe heya salên 2500’î yên Beriya Mîladê. 

Midûrê Çand û Turîzmê Cemal Ebu Reyde da zanîn ku ev peyker aîdê Kenanîyan e û li bajarê “Xan Yunus” ji hêla cotkarekî ve hatiye dîtin. Cemal Ebu Reyde her wiha got, ev peyker li gorî baweriya Kenaniyan xwedawenda bi navê “Anah” e, ya ku weke xwedawenda evîn, xweşikî û şer tê naskirin. 

Li ser taca serê xwedawend Anah, motîfên mar hatine çêkirin û ev motîf sembola hêza wê ne.

XEZA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.