Hejmara 26’an a kovara Xwebûnê ya jinên ciwan ên Ewrûpayê bi manşeta ‘Bi hunera demokratîk ber bi jiyana azad ve’ derket.
Di hejmara nû de ku nivîsên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotarên jinên ciwan û gerîlayan cih digirin.
Desteya weşanê ya kovara Xwebûnê derbarê hejmara 26’an de got:
“Jinên ciwan ên hêja,
Wek tê zanîn îsal Peymana Lozanê 100 saliya xwe qedand. Bi peymana Lozanê re qirkirina li ser Kurdan hate meşrûkirin. Xisarên mezin çêbûn. Ji ber vê divê em dîroka xwe û xwe baş nas bikin. Divê em jinên ciwan ên Kurd ku li Ewropayê dijîn çanda Kurdan bidin jiyîn. Hunera civakî û demokratîk parçeyekî vî tiştî ne.”
Li ser vê lînkê jî bi riya podcastan kovar dikare were guhdarîkirin:
https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S
NAVENDA NÛÇEYAN