Xwe û welatê xwe nefiroşe

Pêncşem 28 Îlon 2023 - 00:15

Yekîtiya Ciwanên Êzîdî piştî şahadeta sê fermandarên YBŞ’ê li Serdeşta Şengalê ku pêşengên civaka Êzîdî bûn, pêngaveke bi dirûşma, ‘Berxwedan Jiyan e, xiyanet mirin e’ ragihandin.

Di vê çarçoveyê de li gund, bajarok û navenda Şengalê belavokên agahdarkirin û hişyarkirinê li xelkê belav dikin û her wiha li gelek cihan ve didaliqînin. Vê carê ciwan li gundê Kolka, li kampa Serdeştê û Kersê li ser rêyên sereke wesayît sekinandin û belavok dan şofêran. Her wiha pankartên wêneyên Barzanî, Erdogan û kesên xiyanetkar û nivîsa, ‘Xwe û welatê xwe nefiroşe’ daliqandin. Di belavokan de ji malbatan tê xwestin hay ji zarokên xwe hebin û destûrê nedin zarokên wan bikevin xefikên MÎT û Parastina PDK’ê û ji ciwanan jî hat xwestin, ders ji ew kesên bûne sîxur derxin û nebin dijminê koka xwe, bi dijminên Êzîdiyan re nebin yek. Ciwan di belavokên ku belavkirin de diyar kirin, destê kî di xwîna pêşengên Êzidî de hebe, wê hesabê wê bidin û ew ê ji vir û şûn ve beramber kesên bi dijminên Êzîdiyan re dibin yek, bêdeng û bê helwest nemînin. Pêngava ciwanan a li dijî xiyanetê li Şengalê rastî piştgiriya gel tê û berdewam e.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.