• Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya konferansa "Rawêja Rojhilat" a li ser Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Ji hêzên Kurd ê Rojhilat hat xwestin ku xwe nêzî hev bikin û bi hev re çalakiyên hevbeş pêk bînin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 21'ê Sibata 2021'ê de bi navê "Rawêja Rojhilat" konferansek li ser Rojhilatê Kurdistanê li dar xist. Konferans ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê hate kirin. Ji nûnerên partiyan, aliyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetên serbixwe zêdeyî 250 kes tevlî konferansê bûn.

KNK'ê encamên konferansê bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir û bal kişand ser rewşa xerab a li Rojhilatê Kurdistanê ku bi destê rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatiye afirandin. 

Ji bo kolberan çalakî

KNK'ê diyar kir ku beşdarên konferansê rengdaneke biçûk a Rojhilatê Kurdistanê bûn û destnîşan kir ku rêxistin, takekesên tevlî Rawêja Rojhilat bûn û beşdaran amaje bi nebûna dadgeh û yasayan dikin, li dijî sêdaredan û êrişan radiwestin û piştgiriya çalakvanên medenî û zindaniyên siyasî dikin. Li wan xwedî derdikevin.

Beşdar li ser rewşa kolberan balê dikişînin ser siyaseta rejîma Îranê û dibêjin, rejîma Îranê wan mehkûmî kolberiyê dike. Beşdar ji bo kolberan pêkanîna çalakiyan jî plan dikin.

Pêwîstiya bi çalakiyên hevbeş

Beşdar ji KNK'ê dixwazin ku ji bo nêzîkkirina li hev a partî û rêxistinên Rojhilat, bi rola xwe tevbigere. Her wiha civîn û çalakiyên di vî warî de pêwist dibînin û dixwazin dewam bikin. Di vê çarçoveyê de îhtîmama bi yekîtiya neteweyî careke din ji alî hemû beşdaran ve hat destnîşankirin. Ji bo vê jî ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê tê xwestin ku bi hevrêtî û hevniştimanî nêzî hev bibin. Bi hev re çalakiyên hevbeş pêk bînin û li dijî siyasetên rejîma Îranê, ji bo destkdana zindaniyan û darvekirinê piştgiriya çalakvanên siyasî bikin.

Divê sûd ji ezmûnên jinan bê girtin

Beşdar dawe dikin ku di warê kar û xebata neteweyî de sûdê ji dîtin û pêşniyarên jinên Kurd bêne girtin. Divê zemînek ji wan re bê xweşkirin û alîkarî bê kirin da ku di hemû kar û xebatekê de çalakane beşdar bibin. Divê boçûn û pêşniyarên jinan di têgihiştina neteweyî de bi timamî diyar be.

Beşdaran pêdagirî li ser hevxebata hevbeş di nav her çar parçeyên Kurdistanê de kir û amaje pê kir ku divê xebata gelê Kurdistanê nebe beşek ji projeyên zilhêzên cîhanî û herêmî. Her wiha pêwistiya bi hevxebatê, bi bizutnewan û mirovdostanê cihan û navçeyî re hat destnîşankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN