Piştî sala 1975’an, rejîma Baasê biryar da ku Êzidiyan ji Çiyayê Şengalê qut bike, li deşt, komelgeh û gundan bicih bike. Ev gef û metirsiyeke mezin a li ser hebûna Êzidiyan bû, ji ber Çiyayê Şengalê hem stargeha wan hem jî çavkaniya nan û av bû. Tevî ku ev biryar ne bi dilê Êzidiyan bû, rejîma Sedam bi darê zorê ew daxistin deştê. Ji bo vê, kaniyên wan ên bi hezaran salan diherikîn bi kevir û qîrê dagirtin da ku civaka Êzidî bê av bimîne û ji neçarî dakeve deştê.

Destpêkê hedef girtin

Yek ji wan komelgehên ku êşa qutbûna ji çiyê jiyaye Sîba Şêx Xidir e. Komalgeha Sîba Şêx Xidir ku piraniya wê ji eşîra Qîraniyan a Êzidiyan e, yek ji komelgehên sînorê civaka Êzidî û gelê Ereb e ku ji aliyê îdarî ve jî bi ser navçeya Baec e. Sîba Şêx Xidir bi vî  awayî ji Şengalê hatiya qutkirin. Beriya fermana 3’yê Tebaxê, zêdetir ji 7 hezar malbat li vê komalgehê jiyan dikirin. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, saet derdora 2’yê şevê çeteyên DAIŞ’ê plansaziya xwe ya dagirkirina Şengalê datînin û weke destpêk, Sîba û Girzerik dikin hedefa xwe. Li gor gotina Xwedêda Helo Hesen, dema çete dagirkirina Şengalê didin ber xwe, agahî ji wan re tê ku çeteyan pîlan danîne ku Sîba û Girzerik dagir bikin. Di saet 2’yê şevê de dest bi êrişê tê kirin û xelkê Sîbayê bi baweriyeke mezin li ber xwe didin. Ev berxwedanî dibe wesîle ku xelkê komalgehên din xwe bigihînin Çiyayê Şengalê. Eger ev berxwedanî nebe wê encama fermana 3’ê Tebaxê hîn dijwartir be.

100 kesî xwe feda kirin

Şêx Saro ku mezinê Sîbayê ye, qala êrişê dike: “Di dîrokê de me dest ji ti kesekî re daneniya û di dema êrişê de jî me li ber xwe daye. Dema şer dijwar bû û pêşmergeyên PDK’ê reviyan wê demê me famkir ku ev jî ferman e û bi sedan kesî berê xwe dan ber çeperên şer. Heya saet 8’ê siharê şer dijwar bû lê hemû malbat ji Sîbayê derketin. Zêdetirî ji 100 kesî di mewziyan de man û xwe kirin mertal ji bo jin û zarok xwe xilas bikin. Heya niha agahî ji wan kesan nayê girtin lê di nava komalgehê de 5 gorên komî hene em texmîn dikin ew kesên li ber xwe dane piştî hatine şehîdkirin di van goran de hatine binaxkirin.’’

Sîba jinûve geş dibe

9 sal derbas dibin li ser fermanê re, Sîba ji nû ve geş dibe û xwe ava dike. Li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê, gel dest bi vegera ser warê xwe kiriye û di nava 5 mehan de nêzî 500 malbatî vegeriyane Sîbayê. Xelkê vegeriyane ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tên pêşwazîkirin û gel jî li derdora Rêveberiya Xweser kom dibe.

Di 9’emîn salvegera Fermanê de Xidir Hecî Mîrza ku yek ji serokeşîrên Qîraniya ye banga vegera li Sibayê dike û dibêje: “Me gelek şehîd dan û ji bo Sîbayê gelek kesan canê xwe dane. Xwedî derketina li keda van şehîdan wê bi vegerê pêk were.’’

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ