Xwe fedayî gelê me kirin

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 02:45

  • HPG’ê 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn, bi bîr anî û got: Hevrêyên me Avînar û Rûken bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê yên di sala 2018’an de li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir û ew bibîranîn.Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Milîtanên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê hevrêyên me Rûken û Avînar di 6’ê Nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Zarokên hêja yên gelê Kurdistanê hevreyên me Rûken û Avînar ku tevlî karwanên şehîdan bûn, bi berxwedana xwe ya bêmînak mîrateyeke têkoşîne ku nayê jibîrkirin hiştin. Hevreyên me ku hêrsa wan a dîrokî li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê ku sed sal in li Kurdistanê didome hebû, ji xeynî jiyana şoreşgerî jiyaneke din qebûl nekirin û xwe fedayî gelê me kirin. Hevreyên me Rûken û Avînar ku bûn milîtanên Apoyî yên şert û mercên zehmet, bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê. Em peyrewên wan soz didin ku têkoşîna hevreyên xwe Rûken û Avînar mînak bigirin û bîranînên wan zindî bikin. Em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wan a hêja û hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin.

Nûnerên nasnameya jina azad

Hevrêya me Avînar li bajarê Amedê ku bi berxwedan û serhildêriya xwe tê naskirin û çanda Kurd bi kûr lê dijî, jidayîk bû. Di sala 2012’an de ji Amedê tevlî refên gerîla bû. Hevrêya me ku nasnameya xwe ya YJA Star bi layiqî hilgirt, di şert û mercên herî zehmet de bi helwesta xwe ya birêgez û hevrêtiya xwe ya sade bû milîtanekî Apoyî ya mînak. Bi hevrêtiya xwe ya dirust û ji dil weke milîtana YJA Starê di têkoşîna me ya azadiyê de ciheke nayê jibîrkirin girt. 

Hevrêya me Rûken li Silopyayê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2012’an de ji herêma Cûdiyê tevlî refên gerîla bû. Bi felsefeya Rêbertiya me xwe baştir nas kir û ji bo xwe bigihîne kesyeta jina azad bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Hevrêya me Rûken ku di jiyanê de bi helwesta xwe ya dilnizm û bi îdîaya xwe ya nûnertiya nasnameya jina azad bû milîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê, 6’ê Nîsana 2018’an de tevlî karwanên şehîdan bû.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Avînar Merîvan (Rozan Vîldan Kizmaz), li Amedê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

Rûken Spêrtî (Fatma Koyuncu), li Şirnexê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.