Xwe bi kedê mezin kir

Şemî 12 Îlon 2020 - 05:00

Gerîla Mazlûm Cûdî di şerê giran ê Cenga Heftanînê de tevlî karwanê nemiran bû. Cûdî di 8'ê Tebaxê de li Pîrbilayê yek ji wan gerîlayan bû ku ji 8 baskan ve li artêşa Tirk a dagirker xist.
Sala 2017'an di meşeke dirêj de ez li gerîla Mazlûm rast hatibûm û me li Dola Beraza meşa xwe dewam kiribû. Yekemcar wê demê min fêhm kiribû ku ji bo qada Heftanînê çima 'Heft reng' tê gotin. Li ti cihî payîz ne bi vî rengî bedew bû. Di nava vê bedewiyê de me xwe gihand serê çiyayê Xantûrê. Gerîla Mazlûm jî qad bi me dida naskirin. Girekî gelekî bilind e, dema ku hûn ji ser serê wê li derdorê temaşe bikin, hûnê Deşta Hezexê ya Bakurê Kurdistanê, Qereçox a Rojavayê Kurdistanê, Cûdî, Garê û gelek deverên din bibînin.
Eger hûn bipirsin ku mirovek çawa dikare xwe bi kedê biafirîne, ez ê bêjim li wêneyê Mazlûm Cûdî binêrin. Gerîla Mazlûm dilsozê sê tiştan bû; Şoreşgerî, ked û baweriya bi parçekirina sînorên li nava Kurdistanê.
Mazlûm Cûdî (Mîlad Kobadî) sala 1994'an li Kamyaranê ji dayik bûbû. Sala 2012'an hatibû çiyayên Kurdistanê û sala 2020'an li Cenga Heftanînê tevlî karwanê nemiran bûbû. LALEŞ RÊNAS/ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.