• Serokê Eniya Hîkme û Emîndarê Giştî yê Esaybî Ehlî Heq, bang li rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê kir, ji bo Iraq ji vê rewşê derbikeve helwêsteke lezgîn nîşan bide û destwerde rewşê.

Serokê Eniya Hîkme û Emîndarê Giştî yê Esaybî Ehlî Heq, bang li rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê kir, ji bo Iraq ji vê rewşê derbikeve helwêsteke lezgîn nîşan bide û destwerde rewşê.

Piştî ku encamên hilbijartina pêşwext a Iraqê 10’ê Cotmeha 2021’ê hatin ragihandin, gelek aliyên Şîe li ber encaman rabûn. Ji wê rojê ve nerazîbûna li dijî encamên hilbijartinê dewam dikin.

Li gorî medya Iraqê, serokê Eniya Hîkme, Emar Hekîm bi rêya ofîsa Sîstanî xwestiye rêberê Olî yê Şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî, nexşerêyekê ji bo derketina Iraqê ya ji vê qeyrana piştî hilbijartinê, pêşkêş bike.

Tê gotin, li hemberî daxwaza Emar Hekîm, ofîsa Sîstanî bersiva Emar daye, li gorî medya Iraqê, Sîstanî wê li ser rewşa heyî di demeke nêz de bi laziman re bicive.

Herwiha Emîndarê Giştî yê Esaybî Ehlî Heq, Qeys Xez Elî jî ragihand ku divê Sîstanî bi awayekî lezgîn dest werde rewşa Iraqê.

Qeys Xez Elî got, rewşa Iraqê gihiştiye astekê ku neyê pejirandin û bi tehlûke ye. 

BEXDA