Civaka Êzîdî ji bo ku karibin li Şengalê jiyan bikin û neçine derve her wiha karibin debara jiyana xwe bikin, gelek rê û rêbazên cuda bikar tînin. Her wiha ezmûna karên ku beriya niha li derve dîtine li Şengalê dikin meriyetê. Ev kar carna ji bo malbatekê û carna jî ji bo gelek kesan dibe çavkaniya jiyanê û dibe sedem ku ciwanên Şengalê li ser axa xwe bimînin.
Ji van karan jî ku bala mirov dikişîne û dibe cara yekemîn li Şengalê de pêşketiya pirojeya Berekat Feqîr ê ji Komalgeha Borik e. Berekat otobûseke ji modelên kevin temîr kiriye û veguherandiya xwaringehê. Ji bo karibe debara jiyana xwe bike, rojane li ser çerxerêya Borik-Şerefedîn-Şengal- Sinûnê otobûsa xwe radiwestîne û sandivîçan difiroşe.
Ez bi karê xwe kêfxweş im
Ji ber ku otobûs bi şêwazekî balkêş xemilandiya xwaringeha Berekat rastî elaqeyek mezin a xelkê tê.
Têkildarî karê xwe Berekat Feqîr da diyakirin ku beriya niha ew li Bexdayê dixebitî û got:“Ji ber ku ew derfetên li Bexdayê me pê kar dikir li Şengalê jî hene, lê tenê bîrokeya wan nîne, min ev fikre ji derve anî û li Şengalê min pêşxist. Eger derfet hebin em dikarin pirojeyên mezin jî li Şengalê pêş bixin. Xelkê Şengalê ji xwarinên biyanî hez nakin, ji bo wê jî li ser daxwaza xelkê em niha xwarinê amade dikin û rojane gelek kes seredana me dikin.”
Berekat di dawiyê de got: “Li Bexda û Silêmaniyê gelek pare bi dest me diket, lê ji ber ku em ne li Şengalê bûn ji me re zehmet bû. Niha ez bi vî karî gelek keyfxweş im, ji ber ku ez di nava gelê xwe de me. Çiqasî xêra wê kêm be jî, lê besî me ye û ez dibînim gelek kes dikarin li ser axa xwe jiyan bikin û bi pirojeyên biçûk debara jiyana xwe û malbata xwe bikin.”
ROJNEWS/ŞENGAL