• Rêxistinên hiqûqî û sivîl ên li Şehbayê dibêjin, hikûmeta Şamê bi dorgitinê dixwaze xelkê birçî bihêle, wê xwarin û pêdiviyên weke sotemeniyê û dermanan kiriye sîleh. Bi vê jî hikûmeta Şamê sûcên dema şerî dike.

Rêxistinên hiqûqî û sivîl diyar kirin ku hikûmeta Şamê hewl dide xelkê Şehbayê birçî bihêle, ev yek jî li gorî qanûnên navneteweyî sûcê dema şer e.

Hikûmeta Şamê ji mêj ve dor li Şehbayê girtiye û gelek caran ketina hundirê Şehbayê ya sotemeniyê, dermanan û xwarinê asteng dike. Rêxistinên hiqûqî yên li Şehbayê ev siyaseta Şamê bi daxuyaniyekê rûreş kir. Bi dehan endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê û rêxistinên civaka sivîl li Kampa Serdem a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Yekîtiya Mamosteyan, Bêrîvan Sîdo û endamê Yekitiya Parêzeran, Ferîd Yûsif ve hat xwendin.

Siyaseta komkujiyan a dewleta Tirk

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Efrînê, şêniyên wê hatin kuştin û neçarî koçberiyê bûn. Heta niha dewleta Tirk siyaseta xwe bi rêya topbarana li ser herêmên Şehbayê didomîne; nexasim li dijî wan deverên ku sivîlên ji Efrîn û Şehbayê lê ne.

Dewleta Tirk komkujî li dijî xelkê Şehbayê gelek caran kirin. Di 2019`an komkujiya Til Rifatê pêk anî û praniya kesên tê de şehîd bûn, zarok bûn. Di 2020`an de komkujiya Aqîbê û di 23`ê Çileyê 2021`ê de jî komkujiya duyemîn li Til Rifatê, pêk anî."

Şam dixwaze birçî bike

Rêxistinên hiqûqî li ser helwêsta hikûmeta Şamê jî got, "Hikûmeta Şamê jî ji beriya 3 salan ve siyaseta birçîhiştin û dorgirtinê li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê dimeşîne. Li gorî serjimarê, hejmara koçberan 150 hezar e û li 5 kamp û malên nîvhilweşyayî bi cih bûne. Her wiha niştecihên Şehbayê yên resen jî lê dijîn.

Ev ne cara yekemîn e ku hikumeta Şamê vê yekê dike. Beriya wê jî gelek caran dorpêç ferz kiribû. Di 2`ê Hezîrana 2018`an, 10`ê Cotmeha 2018`an, 12`ê Tîrmeha 2019`an û 15`ê Mijdara 2020`an de, bêyî cudahî, wê dorpêç li ser şêniyên Şehba û Efrînê hemûyan ferz kiribû." 

Efrîniyan û xelkê Şehbayê bibînin

Ev dorgirtin û ambargoya hanê, dibe sedema gelek zehmetiyên xelkê û vê zivistanê di navê de peydakirina mazotê ji bo sobeyan jî heye: "Ji ber dorpêçê zehemetiyên gel di peydakirina gaz, mazot, pêwîstiyên tenduristiyê, şîrê zarokan û madeyên xwarinê de, zêde bûn. Ev yek qanûnên navneteweyî yên mirovî binpê dike.

Em bang li saziyên civaka sivîl û NY`yê dikin ku destwerdaneke lezgîn bikin û rejîma Sûriyê neçar bikin ku dorpêça li ser herêma Şehbayê rake, ji ber ku ew herêmeke wêrankirî ye û pêwîstiya wê bi alîkariyên lezgîn heye.

Her wiha em bang li komîteya navneteweyî ya Xaça Sor, dezgehên çapemeniya herêmî û cîhanî dikin da ku balê bikişînin ser rewşa mirovî ya zehmet a şêniyên Efrînê yên bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne û şêniyên Şehbayê.”

ANHA/ŞEHBA