Xizmetguzariya li Dêrazorê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 11 Cotmeh 2024 - 00:28

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi qîrkirina rêya sereke ya Hecînê kir, di heman demê de li bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê şaredariyê xebatên firehkirina kanalîzasonên 4 taxan hatin destpêkirin. Yekitiya Şaredariyan dest bi qîrkirina rêya giştî ya bajarê Hecînê ya kantona Dêrazorê kir. Ew rê ji Çerxerêya Saetê heta bi nexweşxaneya giştî ya bajêr re. Rê 3 kîlometre ye. Ji rê re 6 hezar metredam qîr hat veqetandin.

Qîr bi 2 qatan bi stûrbûna 8 santîmetreyan û kêmberiy8a 12 metreyan tê lêkirin. Çaverê ye ku proje di 7 rojan de bi dawî bibe. Ev rê rêyeke sereke ye û nêzî 45 hezar welatî jê sûd werdigirin, ji ber ku ew di ber nexweşxane, sûk û avahiyên niştecihan re derbas dibe. Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê diyar kir ku wê gelek rêyên kantonê werin qîrkirin, wekî rêya bajarê Firat, Ebû Hemam, Keşkiyê, Ebû El Hesen, Şeife, Baxoz û kolana Tenek. Şaredariya Gel a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê jî dest bi sererastkirina û berfirehkirina torên kanalîzasyonê yên 4 taxên bajêr kir. Tor bi dirêjiya hezar metreyan wê werin sererastkirin û berfirehkirin. 

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.