Xiyanetkar wê hesab bidin
În 8 Îlon 2023 - 00:02
- HPG: Di şexsê hevrêyên me Yûsûf, Têkoşer û Zerdeşt de em careke din soz didin şehîdên xwe hemûyan ku sekna me ya li dijî xayin û xiyanetê wê ji her demê bêhtir tund, xurt û encamgir be. Xayin û xeta xiyanetê wê ti carî neyên efûkirin û teqez hesab ji wan wê bê pirsîn.
Nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn, hate eşkerekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûn, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“26'ê Tîrmeha 2023’yan li qada Bilbêsê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, du kesên bi navê Baran û Dilpak ên li nava refên me xiyanet kirin û teslîmî dijmin bûn. Li gorî agahiyên ku van xayinan dan dijmin, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonê kir û 27'ê Tîrmehê li qada Betkar a navçeya Elkê ya Şirnexê cihê komek ji hevrêyên me hate bombekirin. Tevî ku agahiyên şênber di destê dijmin de hebûn jî newêrî bi ser hevrêyên me ve bê, piştî ku bi saetan bi teknîka şer bombe kir, xwe nêzîk kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Yûsuf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan şehîd bûn.
Xeta xiyanetê ti carî nayê efûkirin
Hevrêyên me Yûsuf, Têkoşer û Zerdeşt di encama êrişên dijmin ên bi tirsonekî û xiyaneteke nemerdane de şehîd bûn. Careke din xuya bû ku heta xeta xiyanetê û xayinan a ku ji hundir ve zerarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê neyê rakirin, heta ku hesab jê neyê pirsîn û ji Kurdistanê neyê avêtin, wê meşa serketinê ya gelê me pêk neyê. Di şexsê hevrêyên me Yûsuf, Têkoşer û Zerdeşt de em careke din soz didin şehîdên xwe hemûyan ku sekna me ya li dijî xayin û xiyanetê wê ji her demê bêhtir tund, xurt û encamgir be. Xayin û xeta xiyanetê wê ti carî neyên efûkirin û teqez hesab wê bê pirsîn. Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, ji xelkê xwe yê welatparêz ê li Mexmûrê bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide û ji tevahiya gelê Kurd re dixwazin.
Milîsekî fedakar bû
Hevrêyê me Yûsuf Pîrosî (Haci Alî Yîgît) li gundê Pîrosa yê Elkê ji dayik bû. Li hemberî zext û gefên giran ên dewleta Tirk a faşîst ku li malbata wî dikir, bi malbata xwe re neçar ma ku koçî Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bike. Hevrêyê me Yûsuf ku milîsekî fedakar, kedkar, dilnizm, bêsekin, bi coşa şoreşê bû, bi rengekî çalak têkoşîna xwe dewam kir. Hevrê Yûsuf bi sadebûn, fedakarî, durustî, moralê xwe yê bilind û enerjiya xwe ya xurt cihê xwe di têkoşîna me de girt.
Hevrêyê me Têkoşer li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayik bû. Sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo li nava tevahiya civakê belav bike, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî gelê me di çarçoveya rastiya şer de bi rêxistin bike û tevlî çalakiyan bike, weke milîtanekî Apoyî bi rêbaza fedaî tevlî bû.
Hevrêyê me Zerdeşt bi eslê xwe ji Botanê ye, lê li Edenê jidayîk bûye. Di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zerdeşt hewl da her kêliyê bi hînbûnê derbas bike, li ser vê bingehê di demeke kurt de xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve perwerde kir. Ji bo karibe bersivê bide pêvajoya şer a giran giranî da ser perwedeya leşkerî, di rêbaz û taktîka gerîla de bû milîtanekî şareza.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:
Yûsuf Pîrosî (Haci Alî Yîgît), li Şirnexê jidayîk bûye, 27’ê Tîrmeha 2023’an li Botanê şehîd bû.
Têkoşer Pêncewîn (Levent Andiç), li Mêrdînê jidayîk bûye, 27’ê Tîrmeha 2023’an li Botanê şehîd bû.
Zerdeşt Îsyan (Îsa Temel), li Edenê jidayîk bûye, 27’ê Tîrmeha 2023’an li Botanê şehîd bû.
BEHDÎNAN