Xiyaneta PDK’ê dewam dike
Şemî 2 Îlon 2023 - 00:05
BIRWA ESED / ROJNEWS / KERKÛK
Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzan Semed, diyarkir ku PDK’ê û hin partiyên din ên Kurdî li ser daxwaza dewleta Tirk rê nedan partiyên Kurdî yên Kerkûkê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên encûmena parêzgehan bibin û got;“Têkdana yek lîsteyiya partiyên Kurdî, ji xiyaneta 31’ê Tebaxê mezintir e û PDK her roj xiyaneteke nû dike.”
Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzan Semed, derbarê sedemên beşdarnebûna Kurdan a bi yek lîstê di hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê û têkdana yek lîsteyê ji aliyê PDK’ê ve ku hemwextê 27’emîn salvegera xiyaneta 31’ê Tebaxê ye, ji Rojnews re axivî.
PDK’ê bi Ereb û Tirkmenan re li hev kir
Şêrzad Semed di destpêkê de îşaret bi hilweşandina yek lîsteyiya partiyên Kurdî ya li Kerkûkê kir û got: “PDK’ê partiyên siyasî yên Kurd vexwend Hewlêrê, hinek ji wan ne partiyên siyasî bûn, tenê nûnertiya xizmên xwe dikirin. PDK’ê di civînê de bi awayek eşkere ji wan re got, tenê li gel YNK’ê yek lîste ava nekin. Piştre jî bi eşkere razîbûna xwe ya lihevkirina li gel Ereb û Tirkmenên Kerkûkê nîşanda. Tenê ji bo li gel YNK’ê yek lîste neyê avakirin, PDK’ê pêşengtî ji têkdana yek lîsteyiya partiyên Kurdî ya Kerkûkê re kir.”
Şêrzad Semed di derbarê salvegera 27’an a xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an ya PDK’ê de jî got: “Nasnameya wê xiyanetê diyar e ka kê kir. Di 31’ê Tebaxê de zêdetirî 700 endamên partiyên Iraqê yên muxalefetê li Hewlêrê li gel me bûn. Mesûd Barzanî wan hemû radestî wê hêza ku wan anî Hewlêrê û li gel de şer li dijî YNK’ê kirî, kir.”
Heroj xiyaneteke nû çêdibe
Di dewamê de berpirsê YNK’ê Şêrzad Semed da zanîn ku PDK’ê ne tenê roja 31’ê Tebaxê xiyanet kiriye û wiha dom kir: “Ji radestkirina Silêman Muînî ya bo Şahê Îranê bigre heta dijbertîkirina hêzên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ku rojane dironên Tirkiye Kurdistanê bombebaran dikin, ev xiyanet berdewam dike. Heta li Rojavayê Kurdistanê jî destê PDK’ê di avakirina komên çete û nokeran de heye da ku li dijî QSD’ê şerkin. Ji bona wê hemû roj 31’ê Tebaxê ne. Her roj xiyanetek nû ya PDK’ê çêdibe.”
Dişibe senaryoya filmên Tirkî
Şêrzad Semed carek din balkişand ser têkdana yek lîsteyiya partiyên Kurd li Kerkûkê û got: “Têkdana yek lîsteyi ya partiyên Kurd li Kerkûkê xiyanetek ji ya 31’ê Tebaxê mezintire. Ji ber ku em dixwazin nasnameya vî bajarî diyar bikin. Kombûn û xwepêşandana li ber jora operasyonan a Kerkûkê dişibe senaryoya filmên Tirkî. PDK bi xwe piştgiriya wan aliyên ku niha li ber Jora Operasyonên Kerkûkê çadir vedane dike. Ji ber wê eşkere ye ku ew senaryo ya PDK’ê bi xwe ye. Ji ber du sedeman vê yekê dike, yek ji bo dengan bidest bixe, ya duyem jî ji bo xiyaneta 31’ê Tebaxê di vê demê de bide jibîrkirin. Ev plan bi hatina Hakan Fîdan ve girêdaye. Ji ber ku dewleta Tirk di jêr desthilata PDK’ê de zêdetirî 90 baregehên leşkerî avakiriye. Pêşwaziyek germ li rayedarên dewleta Tirk dikin. Her wiha zêdetirî 700 şirketên bazirganiyên hene. PDK’ê herêma dibin desthilata xwe de bi temamî radestî dewleta Tirk kiriye.”