Xiyaneta li Kurdan e

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:27

  • Daxuyanî li ser navê hevserokên KNK´ê Zehnem Murad û Ahmet Karamus hat dayîn. Hevserokên KNK´ê memorandum weke xiyaneteke li tevahiya Kurdên li Swêdê û yên li derveyî Swêdê bi nav kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê memoranduma sêalî ya di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de ya ku dike ku deweta Tirk endametiya NATO’yê ya her du welatan erê dike, daxuyaniyek da û yekser helwêsta Swêd û Fînlandiyayê rûreş kir.   

Daxuyanî li ser navê hevserokên KNK´ê Zehnem Murad û Ahmet Karamus hat dayîn. Hevserokên KNK´ê memorandum weke xiyaneteke li tevahiya Kurdên li Swêdê û yên li derveyî Swêdê bi nav kir. KNK´ê got, tirs û fikarên Kurdan heq bûn û memorandûm ji ber ku para bêhtir ji xal û xisûsên elaqedarî meseleya Kurd a aştî û azadiyê ne, vê yekê piştrast dike û "ji bo sedhezar Kurdên Swêdê jî rojeke reş û tarî ye." KNK’ê got, Kurd careke din kirin qurbanê berjewendiyên kesên din.

KNK’ê got, helwêsta Kurdan ne li dijî endametiya NATO´yê ya Swêdê bû, lê wan nedixwest ku ev endametî pêk were bi rengekî ku ew bibin qurban. Hevserokên KNK’ê gotin, "Binavkirina Kurdan hemûyan weke terorîst ecêbek e, nexasim jî gava mirov li şerê bi salan ê YPG / YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê bifikire. Erdogan zext li Swêdê kir da ku guhertinên cihê şermê bike. Bi vê memorandumê Swêdê tevî NATO û Enqerê qebûl kir ku zilm û zexta ji sînoran û wêde li dijî Kurdan tetbîq bike. Ji ber destwerdana NATO’yê, destê dirêj ê otorîtarîzma Enqerê jiyana Kurdan li welêt, li derveyî welêt û nexasim jî li Swêdê dixe tehlûkeyê."  

Neheqiya berê dubare nekin

Hevserokên KNK’ê bi bîr xistin ku ji ber bi neheqî weke kujerên Olof Palme tohmetbarkirina Kurdan, 30 salan zext û zilm li Kurdên Swêdê hat kirin. Wan got, Kurd li gelek welatan siyasî ji bo azadî û demokrasiyê çalak û angaje ne, lê gava vê dikin qanûnên van welatan binpê nakin û wiha dewam kir: "Nabe ku têkoşîna Kurdan weke kirineke terorê bê dîtin. Ew têkoşîneke ji bi demokrasî û azadiya ramanê ye. Hêviya me ji Swêd û Fînlandiyayê ew e ku piştgiriyê nîşan bidin, lê beriya wê jî destekê bidin dengê demokrasî û azadiya ramanê û bikin ku bê bihîstin.

Nabe ku em Kurdan ji bîr bikin ên ku di têkoşîna xwe ya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê de tim û daîm zilm li wan tê kirin, miameleya xirab bi wan re tê kirin û tên girtin. Kurd ji Swêd û Fînlandiyayê hêvî dikin ku destekê bidin têkoşîna wan a azadiyê."

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.