• Êrişa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê û qetilkirina nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun, li seranserê Ewrûpayê û li Skandînavyayê bi çalakiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de xiyaneta PDK’ê hate rûreşkirin.

Kurdên li Ewrûpa û Skandînavyayê, li dijî xiyaneta PDK’ê, êrişa li dijî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê û qetilkirina nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê, Denîz Cevdet Bulbun bi hêrseke mezin daketin meydanan. 

KOLN: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê mîtîng ji bo rûreşkirina êrişa li dijî KNK´ê û hevkariya PDK´ê li dar xist. Mîtîngê saet di 18:00’an de li Breslauerplatzê destpê kir. Kurd û aktîvîstên AGÎF’ê yên Kolnê beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinan de qisekeran diyar kir ku dewleta Tirk bi binpêkirina sînoran, Kurdan qetil dike û hêzên navneteweyî û NATO li hember êrişan bêdeng dimînin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bêdeng nemînin”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Dîktator Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. 

DUISBURG: Kurdên li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê, li ber stasyona navendî ya bajêr hatin ba hev, bi pankart û dovîzan xiyaneta PDK’ê, şehîdkirina Denîz Cevdet Bulbun rûreş kirin. Di axaftinan de ji PDK’ê hate xwestin, dest ji xiyanetê berde. baregehên MÎT û artêşa Tirk a li ser xaka Kurdistanê rabike. 

KIEL: Kurdên li bajarê li bakurê Elmanyayê, Kielê jî li Hauptbahnofê çalakiyek li dar xist. Çalakî di şexsê Bulbun de ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, axaftin hatin kirin û hate gotin: “PDK bûye amûra dewleta Tirk a qetlîamker, ew ê ti carî bi ser nekeve. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Şehîdên me rûmeta me ne û xwîna wan wê li erdê nemîne.” Çalakî bi gotina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

PARÎS: Li ser banga Înîsiyatîfa Ciwanan a Parîsê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd êrişa çekdarî ya ku li ofîsa KNK’ê ya Hewlêrê, li Başûrê Kurdistanê hat kirin û Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hat qetilkirin, li banliyoya Drancyê ya ser bi Parîsê, hat protestokirin. Çalakger li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancyê civiyan û ber bi Şaredariya Drancyê ve meşiyan. Di axaftinan de xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin û hat xwestin ku Kurd li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk, yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.

LÎMASOL: Kurdên li paytexta Qibrisê Lîmasolê jî, êrişa bi ser Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê ya ku tê de Nûnerê KNK’ê yê Başûr Denîz Cevdet Bulbun lê hat qetilkirin û êrişa bi ser Balafirgeha Erbetê ya ku tê de 3 peşmergeyên YNK’ê lê hatin şehîdkirin, protesto kirin.

Çalakvanên ku li Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê hatin ba hev, dest bi meşê kirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” gotin. Piştî meşê, daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dawî bû.

STOCKHOLM: Êrişa li dijî nûnertiya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, li paytexta Swêdê Stockholmê jî hat protestokirin. Kurd li meydana Sergels Torgê hatin ba hev û wan bi sedan belavok belav kirin.  Di axaftinan de hat diyarkirin ku nabe mirov xiyaneta PDK’ê qebûl bike û divê mirov feraseta qirker li her derê teşhîr bike.

NAVENDA NÛÇEYAN