• Bi doza azadî ji Ocalan re ji bilî çalakiyên danasîna doza Tevgera Azadiya Kurdistanê û Ocalan, li Kenyayê hin çalakiyên din jî tên kirin. 

Bi doza azadî ji Ocalan re ji bilî çalakiyên danasîna doza Tevgera Azadiya Kurdistanê û Ocalan, li Kenyayê hin çalakiyên din jî tên kirin. Yek ji wan jî xêzkirina wêneyên dîwaran ên bi peyamên “Free Ocalan” ên Grass Root Liberation e. Di van çalakiyan de Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya li paytexta Kenyayê Naîrobiyê bi rola sereke radibe.

Don Wahenga Slim J û Slim J du wênexêz û aktîvîstên edaleta civakî ne ku peyamên azadiya Ocalan û edaleta civakî li ser dîwaran xêz dikin. Wan doh û pêr jî du wêne xêz kirin. Li ser wêneyê dawî “Free Ocalan (Ocalan azad bikin)” û “Justice shall prevail(Edalet divê bi serkeve)” nivîsandin.

NAÎROBÎ