Xêzên zarokan û rastiya erdhejê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 27 Sibat 2023 - 03:48

NÎŞMIYE GULER/JINNEWS/MEREŞ 

 

Zarokên ku li bajaroka Narliyê ji erdhejê filitîne, wêneyan xêz dikin. Zarokên ku erdhejê bandor li wan kiriye, di wêneyên xwe de avahiyên ne pir qat lê yekqatî xêz dikin. Zarok di wêneyên xwe de gelek peyaman didin mezinan.  

Zarokên ku erdhejê tesîra xwe li wan kiriye, axlebî niha di konan de dimînin. Hin ji wan jî di konteyneran de dimînin. Hin ji wan jî bi derfetên xwe ji xwe re cihek peyda kirine û li wir dimînin. Kesên bûne sedema xesarên ji ber erdhejê yan jî xaniyên pûç ava kirine, hîna jî nehatine cezakirin û gelek ji wan di nav me de digerin. Her wiha wêranbûna ku erdhejê derxistiye holê, herî zêde li zarokan bandora xwe dike û zarok di bin tesîra erdhejê de mane. 

Ji bo zarokan, ji aliyê navenda koordînasyonê ya ji aliyê rêxistinên sivîl ên demokratîk ve bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li bajarokê Narliyê yê ser bi Bêzarcixê, cihekî taybet hat avakirin. Endamên Sendîkaya Kedkarên Zanyarî û Perwerdê (EGÎTÎM SEN) bi dildarî ji bo zarokan hatin bajarok. Ji bo zarokan kon vedan û di nava rojê de bi zarokan re elaqedar dibin. Ji bo derûniya zarokan, wêneyan xêz dikin, lîstîkan dilîzîn û stranan dibêjin.  

Ev xebat kêm be jî ber dilê zarokan xweş dike û bi vî awayî ji çalakiyên dibistanê dûr namînin. Zarok li vir bi hev re dilîzîn û kêm be jî ji derûniya erdhejê dûr dikevin. Zarok bi pêlîstokên xelkê şandine, dilîzîn.  

 

Zarok avahiyên nizm diresmînin

Wêneyên ku zarokên mexdûrên erdhejê xêz kirinê, balkeş in. Bi wêneyên xwe yên rengo rengo tesîra erdhejê jî tînin ziman. Zarok avahiyên xwe yên hilweşiyayî bi boyaxên rengîn xêz dikin. Lê di xêzan de xewn û xeyalên wan jî hene. Di xeyala zarokan de ne avahiyên pirr qat, lê avahiyên yekqat hene. Zarokên piçûk, bîra wê yekê dibin ku avahiyên pirrqat zirarê didin insanan û gelek ji wan hilweşiyane. Ji lewma ew ji avahiyên pirrqat bêhtir xaniyên xwe yek qatî xêz dikin. 

Li hêla din, zarok xwazeyê jî ji bîr nakin û hurmetê nîşanî xwazeyê didin. Ev yek di wêneyên xêzkirî de baş derdikeve holê. Di wêneyên wan hemûyan de dar û şînahî hene. Ew bi van xêz û resmên xwe peyaman didin mezinan jî.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.