Xêzên Neandertalan ên 57 hezar sal berê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 8 Tebax 2023 - 12:55

Şikeftên li dinyayê weke pencereyan in ji bo mirov ji rabuhiriyê fam bike. Dema mirov di van pencereyan de li xêz û gravûrên dinihêre mirov leqayî gelek tiştên balkêş tê. Di hin şikeftan de şopên Neandertalan hîna jî hene. Ji xwe li gor zanyaran DNA’ya Neandertalan di roja îro de jî winda nebûye û insan bi DNA’yên wan dijîn. 

Bi wextê re Homo Sapiens pêşketîtir bûye û Neandertal ji holê rabûne. Lê şikefteke li Fransayê nîşan dide ku beriya Homo Sapiens werin Ewrûpa, Neandertal li wir mane û xêzên di şikeftan de jî nîşaneyên vî tiştî ne. Li Newala Loire ya Fransayê, di şikeftekê de resmên ku Neandertalan beriya 57 hezar salan xêz kiribûn hatin dîtin. Ev resm û xêzên wan weke “hunerê Paleolîtîk” jî tê nirxandin.

Şikefta li Newala Loire heya sala 1846’an jî nedihate zanîn. Piştî ku li wir rêya trênê derbas dibe û erdê dikolin ev şikeft tê kifşkirin. Lêkolerên ku li şikeftê xebitîn dan zanîn ku devê şikeftê 57 hezar sal berê hatiye girtin.

Di şikeftê de li ser tehtan gelek xêz hene. Lêkoleran van xêzên li wir bi yên Neandertalên din re dan ber hev. Hemû xêzên li wir bi destan hatibûn xêz kirin û bi zanebûn vî tiştî kiribûn. Ev xêzên ku li vê şikeftê hatine dîtin xêzên herî kevn in ku bi destê Neandertalan hatine xêzkirin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.