Xeyalên wê veguhere heqîqetê

Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:12

HPG’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir û got: “Hevrêya me Doga bi tevlîbûn, biryardariya xwe, baweriya mezin, azweriya xwe ya serkeftinê, şêwaza li dijmin xistinê û ruhê fedayî, karî şêwaza serdema nû pêk bîne û di vê aliyê de bû fedayiyek mînak.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:

“Hevrêya me Doga Viyan di 12’ê Cotmeha 2023’an de li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl li dijî dijmin bi lehengî û biryardariyek mezin şer kir, derbên giran li dijmin xist û şehîd bû. Hevrêya me Doga ku mîna şervan, fedayî û jina azad a çanda xwedawendane, ji bo ku nehêle dagirker li ser xaka ku mirovahî lê mezin bûye biçewisîne, bi kedek mezin têkoşiya. Ruhê fedayî, tevlîbûna mînak, hevrêtiya xurt, cesaret, xwînsarî, hêrsa li dijî dijmin, azweriya serkeftinê, îrade û sekna milîtanî ya serdema nû ku hevrê Dogan nîşan daye, wê her tim rê nîşanê me hevrêyan bide û armanc û xeyalên wê veguhere heqîqetê. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêya me Doga li Êlihê di malbateke bi eslê xwe ji Sêrt Misircê hatiye dinê û li vir mezin bûye. Di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Doga ku di kesayeta xwe de îdeolojiya Apoyî daye rûnişkandin, bi jiyankirina dîrokê û bi xeyalkirina paşerojek azad a mezin karîbû wateya rast bide roja me ya îro. Bi hêza wateyê ya mezin nêzî her kêlî û pêvajoyê bû. Taybetmendiyên ku hişt hevrêya me Doga bibe xwedî tevlîbûnek serkeftî, hişmendiya wê ya kûr a dîrokî, girêdana wê bi azadiyê û xeyalên wê yên bi coş bû. 

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Doga Viyan wiha ne:

Doga Viyan (Gulbahar Hîzmalî), li Êlihê jidayîk bûye, 12’ê Cotmeha 2023’an li Zê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.