Xeyalên Erdogan têk çûn

Çarşem 24 Sibat 2021 - 01:01

  • Kamiran Berwarî li ser êrişa li Garê şirove kirin. Kamiran got: Li Garê xeyalên Erdogan û polîtîkayên wî yên Neo-Osmanî têkçûn. Serketinê kir ku her kes ji nû ve hesabê xwe di ber çavan re derbas bike.

 Siyasetvan û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamiran Berwarî der barê êrişa li ser Garê de ji ajansa Mezopotamyayê re peyivî û encamên vê êrişê şirove kirin.

Berwarî anî ziman ku êrişa li ser Garê bi hevkariya hêzên Iraq û hezên heremî dest pê kir û got: “Ev êriş bi pîlanên pir alî hat kirin. Armanca êrişê ne rizgarkirina dîlgirtiyan bû. Armanc kuştina wan bû. Heger armanc rizgarkirina wan bûya ji sala 2015’an heta niha bi sedan rê hebûn ji bo dîlgirtî bêyî xwînrijandinê bihata rizgarkirin. Lê bi kuştina dîlgirtiyan xwestin PKK tawanbar bikin û hewl dan, bikin ku Ewropa û Emerîka ya ku PKK ji lîsteya terorê derxînin bidin astengkirin. Weke ku tê zanîn Tirkiyê û henek hêzen Ewropayî Serokwezîrê Swêdê Olof Palme kuştin û PKK bi vê tawanbar kirin. Pişt re bi destên sixurê xwe yên weke Şemdîn Sakik leşkerên xwe dan kuştin. Bi vî awayî PKK xistin lîsteya terorê.”
 
Armanc destketiyên Kurdan bûn

Berwarî, bal kişand ser armanceke din a êrişa li ser Garê û got: “Xwestin Başûr bi temamî dagir bikin. Eger êriş bi ser keta wê dewleta Tirk û rêveberiya Bexdayê bi hev re êrişî Şengalê û sinorê Bakur û Rojhilatê Sûrî (Rojava) bikirina. Em dibînin ku siyaset û stratejiya Erdogan li Garê bi temamî şikest û têk çû.”

Berwarî, da zanîn ku bi tekçûyîna Tirkiyeyê re, hesabên gelek hêzên heremî û navnetewî jî têk çûn û got: “Pêwîst e ku êdî ev hêz plan û stratejiyên xwe yên li hemberî gelê kurd û Rojhilata Navîn sererast bikin. Piştî şerê li Garê ji bo Ewropa, Emerîka û dewletên ereb, Tirkiye û Îranê rewşek nû derket holê. Ji bo hêzên kurd jî rewşek û derfetek nû çêbû. Pêwîst e ku ji vir û şûnde her hêz hesabê xwe di ber çavan de derbas bike.”
 
Serketin peyameke girîng e

Berwarî careke din anî ziman ku êriş li ser bingehê gelek hesaban hatiye pîlan kirin û got: “Serkeftina Garê berxwedena kurdan a sedsalê bi pêş xist. Xeyalên Neo-Osmanî jî têk bir. Pêwîst e ku ev yek baş bê dîtin. Di heman demê de, şerê Garê ji bo zêhniyeta nijadperest û dagirker ya ku Tirkiye û DAIŞ nûnertiya wê dikin, derbeke giran bû. Hêzên aştîxwaz, demokrat û azadîxwaz serkeftinek mezin bi dest xistin. Serkeftina Garê ji bo hêzên ku bi dewleta Tirk re tevdigerin peyameke girîng bû. Dîsa serkeftin peyamê dide henek hêzên kurdan da ku xwe piçûk nebînin û bi dagirkeran re tevnegerin. Ji vir û şûnde pewîst e ku hêzên gerîlla û pêşmerge, hizb û rêxistinên kurd li ser derxistina leşkerên tirk ji Başûrê Kurdistanê biponijin. Divê Başûrê Kurdistanê ji bin bandora pir alî ya Tirkiyeyê bê derxistin.”
 
Qirkirinê bi ser nekeve

Berwarî, bi bîr xist ku encamên derketine holê didin xuyakirin ku ti hêzên herêmî û navneteweyî ne mecbûr in ku bi Erdogan û AKP-MHP’ê re tevbigerin û got: “Êdî dem dema azadkirina Rêber Apo ye, û derxistina PKKʼê ji lîsteya rêxistinên ‘terorêʼ ye. Bi vî awayî pêwîst e ku xebatên siyasî û dîplomatîk hem li Kurdistanê û hem li cîhanê bên pêş xistin. Êdî li 4 perçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn bila xwîn bisekine. Êdî bila her kes bizanibe ku polîtîkayên tunekirina kurdan û xeyalên dagirkirina Kurdistan têk çûne. Ev pîlan tu carî bi serneketin û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekevin.”

Xelkê Başûr li dijî êrişê bû

Kamiran Berwarî, bandora operasyona Garê ya li ser Kurdistana Federe jî şirove kir û got: “Destpêkê metirsî hebû ku hêzên Başûr jî beşdarî vê êrişê bibin, lê ev yek pêk nehat. Gelê Başûr bi giştî dijberî êriş û ketina leşkerên tirk a heremê bû. Li dijî vê yekê li gelek deveran jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Gelê Başûr, ev êriş weke têkçûyîna dewleta tirk li qelem da. Serkeftinê da xuyakirin dê kurd bi vînek şoreşger û hestên Kurdistanî çarenûsa xwe diyar bikin. Ji ber vê, serkeftina li Garê li vir bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.”

MA/STENBOL
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.