Peijun Cao bi eslê xwe Şangayî ye. Lê ew li Ingilîstanê dimîne û li wir di warê sêwirandin û portreyan de berheman diafirîne. Mirov dikare bibêje ew hunermendeke pirhêlî ye û gelek dîsiplînên hunerî re mijûl e.
Wê di xebatên xwe de herî zêde çav bikaranîne. Çavên ku di nav ewran de veşartine û qalîşkên ku sêwirandine pirr balkêş in. Wê teknîka kolajê bikaraniye û bi vê teknîkê gelek resm sêwirandine. Estetîkeke wê ya ku girêdanên surreal ava dike heye û ew ji hin temsîlên heyî wêdatir bi hin babetan dadikeve. Ji ber ku wê gelek dîsîplînên hunerî bi awayekî serketî aniye gel hev karên wê bêhtir balkêştir dibin û bala mirovan dikşînin.
Xebatên Peijun Cao bîneran dikşînin nav xewn û xeyalan. Mirov gava bala xwe dide ser van xebatên hunerî baştir ji hizr û hêza xeyalan têdigihîje.
LONDON