ELÎ EL SULTAN / ANHA / HESEKÊ
Mîzêr El Xelef ji navçeya Holê ya kantona Cizîrê ye. Amûrên kevn û zingarî kom kirin û pê traktorek çêkir. El Xelef bi traktora çêkirî, karê xwe yê rojane dike.
Mîzer El Xelef ji biçûkahiyê ve xeyal dikir ku traktoran çêke û got:"Dema biçûk bûm min bi traktoran û amûrên çandiniyê dilîst. Çêkirina vê traktorê, tenê 20 rojan dewam kir. Ruxmî ku madeyên bingehîn tune ne."
Destpêkê El Xelef bawer nake ku traktor bixebite lê bi ser dikeve û traktor dixebite:“Ez gelekî kêfxweş bûm ku min xewna zarokatiyê pêk anî. Hesteke gelekî xweş e. Ez gelekî şad bûm.”
Traktor dikare 2 ton giraniyê rake û El Xelef di xebatên xwe yên rojane de bi kar tîne, pê erebeyên xirabe dikişîne, çîmentoyê bar dike.