
Cornelia Konrads, hunerê xwe li derve çêdike û li derve jî nîşan dide. Berhemên wê bêhtir peykertraşî ne. Şêwazê taybet ê hunerê wê ji tevgereke hunerî ya salên 1960-1970´yî tê. Ew nexasim jî bi firrê ketina tiştan bi hunerê xwe yê li derve nîşan dide.
Salên 1960´î, 1970´yî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) tevgereke hunerî weke protestokirina metakirina berhemên hunerî, derket holê. Vê tevgerê red dikir ku berhemên xwe li galerî û muzexaneyan nîşan bide. Tevger paşê herî zêde li DYE û Ingilîstanê belav bibe jî, li seranserê dinyayê hunermendên dane dûv vê tevgerê hene. Ji ber ku bi pirranî li derve berhemên hunermendên vê tevgerê tên nîşandan, jê re “Land art” (Hunerê derve [-yî malê, bajêr]) hatiye gotin. Ji ber helwêstên hunermendên vê tevgerê jê re weke alternatîf “hunerê dinyayê”, “hunerê hawîrdorparêz” jî hatiye gotin.
Weke tevgereke hunerî, “hunerê derve” xwe bi materyalekê sînordar nekir, wê cihê berhemê jî bi mekanekî sînordar nekir. Pirraniya berheman ji materyalên erdê yên weke axê, keviran, giya û daran û ava li cihê berhem lê, tên çêkirin. Cihê berhem lê jî bi pirranî dûrî navendên şên in; yanî dûrî mal, gund û bajaran in. Heta carinan pirr zehmet e mirov xwe bigihîne wan. Lê belgekirina bi wêneyan a van berheman karîn xwe bigihînin galeriyên bajaran.
Yanî elaqeya vê tevgera hunerî bi protestokirina metakirina berhemên hunerî re heye. Lê her wiha ew bi hewasa derketina holê ya tevgerên hawîrdorparêz re jî elaqedar e, ji ber ku derketina wê ya holê û pratîka çêkirina berhemên vî hunerî îşaret bi vê yekê dikin.
Hunerê Cornelia Konradsê
Yek ji hunermendên îro jî vê tevgara hunerî ji xwe re dike kar, Cornelia Konrads e. Ew sala 1957´an li bajarê Elmanyayê Wuppertalê hatiye dinê. Yanî gava ev tevgera hunerî belav dibe, di salên 70´yî de ew ciwanek e. Ciwaneke li welatekî ku tevgera hawîrdorparêz lê xurt dibe.
Wê li zanîngehê Fîlozofî û Zanista Çandî xwendiye, lê ji sala 1998´an ve esas hunermend e. Ew hunerê derve dike, lê ne weke adeta peydabûna vê tevgera hunerî. Ew berhemên xwe li mekanên giştî, park û baxçeyan, û ji bo koleksiyonên taybet jî çêdike. Yanî wê tevgera hunerî ya ku bazara berhemên hunerî red dikir jî bûye îlham ji hinan re ku qismî berhemên wê îro dikin beşek ji vê bazarê.
Cornelia Konrads sala 2019´an li Domaine de la Garenne Lemot (Fransa) 4 berhemên xwe ji kovara “Le Voyage à Nantes” re çêkirin û navê “La folie des folies (Dînîtiya dînîtiyan)” li wan kir.
Cornelia Konrads, herî zêde tiştan li dijî hêza kêşana erdê, bi firrê dixe. Ew bi rengekî ji rengan xewna firrînê û tirsa ji ketinê di nav hev de dihûne. Em dibînin ku qirş û guliyên daran ji înstalasyona wê bi hewa dikevin. Yan jî kevirên ser dîwarekî, li serê lodekê hêdî hêdî bi hewa dikevin. Yan jî carinan lewheyên darî yên înstalasyoneke weke deriyê malekê, yek bi bi yek bi hewa dikevin.
FRANKFURT















