Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ser koça dawî ya Mam Beşîr peyameke sersaxiyê da. Di peyamê de hate gotin, ''Weke hemû şehîdên li ser vê axa piroz xewn û xayelên Mam Beşîr statû û xweseriya gelê Ezidî bû. Em ê jî weke şopdarên wan xwedî li tekoşîn û xeyalên wan derkevin. Li ser şop û xeta wan em ê bibin xwedî statû û axa xwe ya piroz biparêzin.
Di tekoşîna xwe ya 37 salan de her tim ji bo azadkirina civaka Êzidî û naskirina çand û bawerîya kevnar ya Êzdîxana Pîroz, di nav hewildanên yekitî û tifaqa nava civaka Êzîdî de bû. Ji bo vê ew jî weke kesayetiya Mam Zekî Şengalî di nava dilên civaka Êzidî de cîhe xwe girt û bi keda xwe dihate naskirin. Mam Beşîr bi taybet piştî fermana 2014’an de berê xwe da Şengalê û di nav civaka xwe de cîh girt û li keleka civaka xwe tekoşîn da. Keda Mam Beşîr li ser civaka Êzidî gelek mezin e. Êşên gelê xwe par ve kir û her timî dixwast bibe bersiva civaka xwe.
Mam Beşîr jî weke hemû şehidên vê axê, xewn û xeyalên wî jî azadkirin û xweseriya axa piroz axa Êzîdxanê bû. Ji bo civaka Êzidî ji bin zilim û zordariya dewletan derkeve salên direj û bê navber û bê rawestan têkoşiya.
Weke hemû şehîdên li ser vê axa pîroz xewn û xayelên Mam Beşîr statû û xweseriya gelê Ezîdî bû. Em ê jî weke şopdarên wan xwedî li têkoşîn û xeyalên wan derkevin.”
Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) îro (17ʼê Kanûnê) li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bê oxirkirin.
Paşê konê sersaxiyê li gorî rêûresma Êzîdiyan pênc rojan were vedan.
NAVENDA NÛÇEYAN