Xeteriya li çemê Firatê

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:57

Roja 14’ê Sibatê li bajarê Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê kaneke lêgerîna zêran hilweşiya bû. Di encama hilweşînê de axa ku madeyên kîmyewî tevlî bibûn rûxuya bû û heta çend kîlometeyan herikî bû. Piştî bûyerê hatibû gotin ku şirket û desthilatdariya AKP’ê tedbîr negirtiye û madeyên kîmyewî tevlî çemê Firatê bûne. Piştî belavbûna nûçeyên li ser mijarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çemê Firatê tê re derbas be, tirs ket nava xelkê ku ji bo çandinî û vexwarinê fêde ji Firatê digirin. Li ser vê yekê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê, ji bo lêkolînkirina ava Firatê  komîteyek bi navê Komîteya Rewşên Awarte ya Kantona Firatê ava kir ku ji 2 endamên Desteya Jîngehê, 2 endamên Desteya Rêveberiya Herêmî, 2 endamên Desteya Tenduristiyê û 2 endamên Meclisa Rêveber pêk tê. Komîteyê bi lez û bez dest bi kar kir û nimuneyên destpêkê ji ava Firatê girtin. Di encamên testên hatine kirin de, di ava çem de madeyên jehrî nehatin dîtin.

Endamên komîteyê diyar kirin ku dibe di çend rojên pêş de di herkîna çem de madeyên jehrî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, lewma ew ê di rojên pêş de jî lêkolînên xwe berdewam bikin û agahiyê bidin xelkê.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.