Xetên jiyanê û odeyên weke goran!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:37

  • Rojnamevan Handan Tufan ji bo “Refresh Amsterdam”ê ku ji disîplînên cuda gelek xebatên hunerî nîşan dide, belgefilmekî înteraktîf hazir kiriye. Handan di vî belgefilmî de dikeve pey serpêhatiyên fotografên li odeyên malbatên Kurdan daleqandî ne; fotografên şervanên Kurd ên di şer de canê xwe jidestdayî û cenazeyên wan hatine windakirin.

ARDÎN DÎREN

“Refresh Amsterdam” her du salan carekê, weke pêşangeheke berfireh tê lidarxistin û ji disîplînên cuda xebatên hunerî nîşan dide. Îsal bi daxuyaniya “Refresh Amsterdam #2” kar û xebatên 20 hunermendan li Amsterdam Museum (Muzeya Amsterdamê) tên nîşandan. Her xebatek ji disîplîneke cuda ya hunerî hatiye hazirkirin û bi vî awayî li muzeyê ev xebatên hunerî tên nîşandan. Mijara îsal ya “Refresh Amsterdam” jî weke “War & Conflict” (Şer û berberî) hatiye neqandin û xebatên di pêşangehê de bi babeta şer û berberiyê dadikevin. Pêşangehê 7’ê Cotmehê dest pê kir û ew ê heta 25’ê Sibata sala 2024’an li xelkê vekirî be. 

Refresh Amsterdam, cara duduyan bi pêşengiya kolektîfa “We Sell Reality” û 20 saziyên cûr bi cûr ên li Amsterdamê ne tê birêvebirin. Di nava bernameyê de her wiha semîner û performans jî hene û ev sazî hewl didin çalakiyên hunerî li nava bajêr belav bikin da ku xelk bêhtir xwe bigihînin van çalakiyan. Di nav van xebatan de belgefilmekî înteraktîf a bi navê “Xetên Jiyanê” (Lifelines) ku rojnamevana Kurd Handan Tufan hazir kiriye jî heye. 

Odeyên rûniştinê yan jî hafizeya bibîranînê

Handan Tufan ji bo fenomena ku ji bo vê projeya xwe îlham jê wergirtiye got; “Li odeyên rûniştinê yên malbatên Kurd ên ku ew weke penaber hatine û li Hollandayê bi cih bûne, fotograf daleqandî ne. Ev fotografên nasên wan in, nexasim jî fotografên şervanên Kurd in ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û kes û karên wan ên hatine windakirin. Ev insan ji bo welatekî azad ava bikin, tevlî şerê serxwebûnê bûn. Ji ber ku goreke wan tine ye, malbat odeyên malê werdigerînin hafizeya bibîranînê û fotografên van şervanan li odeyan bi cih dikin. Min ji vê fenomenê îlham wergirt û belgefilmekî înteraktîf hazir kir. Di belgefilmî de kesên cuda serpêhatiyên kesên windakirî û kuştî tînin ziman.”

‘Gora li salonê’

Handan Tufan bi xwe jî di belgefilmî de cih digire û behsa serpêhatiyên xalê xwe yê cenazeyê wî windakirî, Remezan dike. Xalê wê yê bi navê Remezan piştî tevlî nav refên tevgera azadiyê dibe, sala 1992’yan canê xwe ji dest dide. Ev 30 sal in kes nizane cenazeyê wî li ku derê hatiye veşartin. Yanî goreke wî tine ye! Handanê jî weke gelek malbatên ku xizmên xwe di şer de windakirine, fotografekî xalê xwe li mala xwe daleqandiye. Handan fotografê li mala xwe weke “gora li salonê” bi nav dike û dibêje; “Bi saya vê xebata belgeyî ya înteraktîf, ez balê dibim ser kesên cenazeyên wan windakirî. Rewşa van kesan tesîrekê li ser malbatan jî çêdike û malbat zû bi zû êşa xwe bi kesî re parve nakin. Ya dilê xwe tenê li wan kesên nêzî xwe dibînin, vedikin.”

Yên weke min gelek in

Di vîdeoyeke kin ya ku dron ji hewayê ve çiyayên Kurdistanê nîşan didin, em dengekî dibihîsin; “Çiyayên Kurdan. Xalê min Remezan li devereke van çiyayan windayî ye. Ew neferekî têkoşîna me bû, têkoşîna serxwebûn û hebûnê. Lê goreke wî tine ye û kes nizane cenazeyê wî li ku derê hatiye windakirin. Rayedar û berpisyar wê ti carî cihê wî eşkere jî nekin. Ji bo min gora wî fotografek e, ew fotografê ku di nava pirtûkên min ên siyasî de dimîne. Her wiha yên weke min gelek in ku fotograf ketine dewsa gorên xizm û nasên wan ên windakirî. Ev serpêhatiya ku ez behs dikim, derbarê odeyên rûniştinê de ye. Ew odeyên ku êdî bûne weke gorekê. Ev fotografê ku di odeyên rûniştinê de cih digirin, xwedî serpêhatiyên cuda ne. Ew serpêhatiyên ku li ser vê rûzemînê qewimîne.”

Serpêhatiyên bi êş ên şervanên Kurd

Di vî warî de Handan Tufan ne tenê ye weke wê jî gotî “yên weke wê gelek in”. Nesîm Avcı, Ramazan Rûzgar, Mustafa Malgaz û Serdar Balyeci jî weke Handan Tufan fotografên nasên xwe yên ku dewleta Tirk ew qetil kirine û cenazeyên wan winda kirine, li odeya ku lê rûdinên daleqandine û wan jî odeyên xwe kirine warekî, mekanekî bibîranînê. Di van vîdeoyên projeya Handan Tufanê yên li muzeyê de ev kes jî serpêhatiya fotografên li odeyên xwe vedibêjin. Her yek ji herêmeke Kurdistanê koçberî Ewrûpayê bûye û li Hollandayê bi cih bûye. Handan Tufan bûye mêvanê van kesan û li malê tevî fotografan dîmenên van kesan girtine. Di her vîdeoyekê de serpêhatiyeke bi êş ya şervanên Kurdistanê heye, her wiha berxwedan û têkoşîna van şervanan ku niha goreke wan jî tine ye!

Bi awayekî online jî bibînin

Belgefilmê Handan Tufanê yê înteraktîf di çarçoveya “Refresh Amsterdam” de heta 25’ê Sibata 2024’an li Muzeya Amsterdamê tê nîşandan. Kesên bixwazin, dikarin bi awayekî fizîkî biçin muzeyê û li belgefilmê temaşe bikin. Her wiha ji bo kesên nikarin herin jî Handan Tufan malpereke bi navê “Lifelines” (Xetên Jiyanê) hazir kiriye û vîdeoyên kurt li wir parve kirine. Ji bo hûn karibin bi awayekî online li van vîdeoyan temaşe bikin lînka malperê li jêr e:

https://levenslijnen.com/

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.