Xeta Zîlan misogeriya azadiya jinê ye

Şemî 8 Hezîran 2024 - 02:30

  • KJK: Xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, pêşenga her serdemê biafirîne û bibe garantî û avakarê bingehîn ê sîstema azadiya jinê.

Koordînasyona KJK'ê di salvegera 28’an a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) de Zîlan û şehîdên meha Hezîranê hemû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û bi bîr xist, Zîlan di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê bi çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk meha Hezîranê di dîroka têkoşînê de kir xwedî wateyeke nû û bi meha Hezîranê bi vî rengî bû 'Meha Fedaiyan'. Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî dewam kir:"Hevrê Hanim Yaverkaya weke yek ji hevalên jin ên ku tevgera me ya azadiyê herî zû nas kir, di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî taybet û di 28'ê Hezîrana 1985'an de tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrê Zîlan Gulana 1996'an li hemberî hewldana êrişê ya li ser Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin nîşanî cîhanê da ku destên qirêj ên dirêjî Rêber Apo dibin wê bê şikandin. Hevrê Zîlan got, 'Biryardariya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku gelekî ji jiyanê û mirovan hez dikim, dixwazim vê çalakiyê lidar bixim'. Bi vî rengî nîşan da ku ew ber bi mirinê ve naçe, lê di vê çalakiyê rêya jiyana azad dibîne. Ev gotinên hevrê Zîlan ji bo jinên her roj têne qetilkirin, tine têne hesibandin, bê îrade û bê îdîa têne hiştin, rêya jiyana bi wate nîşan da. Ji bo jiyaneke bi wate û azad işaret bi têkoşîn û serketinê kir.

Pêşengên her serdemê diafirîne

Hezîran meha şehîdên fedaî yên nemir e. Têkoşîna me ya azadiyê îro jî di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê li her qada berxwedanê ya ku hêzên me yên YJA Star û HPG'ê lê ne dewam dike. Çalakiyên hevalên Rûken û Sara, Rojhat û Erdal jî rewşa nûjen a vê xetê ne. Em zanin; têkoşîna me wê hîn bêhtir li cîhanê belav bibe, xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, dîrokê ava bike û di her serdemê de pêşengên xwe biafirîne, bi vî rengî bibe avakar û misogeriya herî bingehîn a sîstema azadiya jinê ya demokratîk. Rêber Apo ji bo hevala Zîlan dibêje, 'Zîlan xwedawendeke ku divê em li hemberî wê bejna xwe bitewînin. Di agirê Zîlan de her tişt tê afirandin. Tercîhkirina mirovahiyê, bi ziman û fikrê Zîlanan dibe'. Zîlan di nameya xwe de ku her gotineke xwe perspektîfa jiyana azad bû, ji bo Rêber Apo dibêje 'Di her kêliyên zor û zehmet de li wê û hezkirina wê difikirim û hêza manewî jê werdigirim. Yê ku herî zêde dilsozê şehîdan e hûn bi xwe ne. Li ser vê bingehê hişê min wê li pey min nemîne'. Rêber Apo dilsoziya bi şehîdan re bi pêşvebirina têkoşînê her tim dewam kir, bersiv da. Ev dilsozî û nêzîkatiya ku hişê şehîdan li pişt nahêle, nêzîkatiya Rêber Apo ye. Dilsoziya bi şehîdan re dilsoziya bi Rêber Apo re ye. Dilsoziya bi şehîdan re parçekirina dîwarên sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmrailyê ye, mezinkirina çalakiyên ji bo Rêbertiya azad û welatê azad e. Wezîfeya dibe para me jinan ew e ku bi qasî bîranîna şehîdan fêhmkirina wan e û bicihanîna wan e.

Weke Zîlan jiyanê watedar bikin

Weke KJK'ê em bang dikin ku ji 17'ê Hezîranê heta 30'ê Hezîranê şehîdan û Rêbertî fêhm bikin, bixwînin, nîqaş bikin û çalakiyên mezinkirina nirxên hevrê Zîlan bigihînin asta herî bilind; bi vî rengî xwedî li mîrateya şehîdên me derkevin. Em nameyên şehîdên pêşeng di van çalakiyan de bixwînin, jiyan û taybetmendiyên kesayetiya wan, xeta wan a têkoşînê fêhm bikin û ji hev re vebêjin. Bi rengê herî şênber ê watedar em nirxên şehîdan nîşan bidin. Em van rojan bikin rojên peydakirina rêya jiyana bi rengê Zîlan û Semayan. Jiyana azad jiyana bi wate ye. Jiyana dûrî îdîaya azadiyê, bê wate ye. Wê demê ji bo bibin xwedî çalakiyên ku jiyana me bi wate dike, em têbikoşin. Em îdîaya xwe ya jiyanê mezin bikin, jiyanê bedew bikin, ji bo vê jî bixebitin û bi ser bixînin. Weke KJK'ê em bang li jinên li her qadên jiyanê û berxwedanê dikin; li malê, kolanan, dibistanan, kargehan, çiyê, çeperan, bajaran çalakiyên ji bo fêhmkirina jiyana bi rengê Zîlan, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bang li jin ên ciwan dikin ku ala jiyana bi rengê Zîlan hîn bilind bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.