Xeta xiyanetê wê bişike

Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:21

  • Endamên sazî û rêveberiya Komîteya Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê çûn serdana çalakiya li Sêmalkayê. Wan got, “Berxwedan wê bi ser bikeve, xiyanet wê bi bin bikeve.”

Endamên sazî û rêveberiya Komîteya Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê çûn serdana çalakiya li Sêmalkayê. Wan got, “Berxwedan wê bi ser bikeve, xiyanet wê bi bin bikeve.”

Çalakiya nobetê ya li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê ev 60 roj in dewam dike da ku PDK cenazeyên 5 gerîlayên hêzên wê li Xelîfanê di kemînekê de 28 û 29’ê şehîd kirin, radestî malbatên wan bike. 

Doh di roja 59’an a çalakiyê de endamên Komîteya Ewlekariya Hundirîn, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Asayîşa Jinê yên ser bi komîteyê û xebatkarên Midûriyeta Ragihandinê bi rengekî girseyî çûn serdana çalakiyê.

Hevseroka Komîteya Ewlekariya Hundirîn, Hemrîn Elî çalakî silav kir û got, “Şoreşa Rojava bi têkoşîn û berxwedanê gihîşte vê astê. Hewl didin ku destketiyên şoreşê û nirxên ku şehîdên me afirandine bi xiyanetê tine bikin. Şoreşa Rojava çawa ku li hemberî zor û zehmetiyan gihîşt vê astê, ji niha û pê ve jî wê bi mezinkirina têkoşînê gelê me û gelan azad bike. Dem ew dem e ku her kes li ber xiyanetê rabe.”

Li dijî xiyanetê bang kirin

Hemrîn Elî di dewamê de bang li gel kir da ku li dijî xiyaneta PDK’ê têbikoşe: “Şehîdên me ji bo azadiyê canê xwe feda kirin, lê belê cenazeyan jî nadin. Heger em îro xiyanetê neşikînin, ew ê bibe malê dîrokê û dîrok jî wê me darizîne. Roj roja bêdengmayinê nîne. Divê her kes li dijî xeta xiyanetê helwestê nîşan bide. Xeta xiyanetê wê têk biçe, xeta berxwedanê wê bi ser bikeve.”

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.