Xêre Hoşyar Zêbarî!

Çarşem 28 Sibat 2024 - 01:45

  • Dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê ji PDK'ê xwestiye, hîn bêhtir zextê li qadên gerîla bike. Ji bo pêşî li nerazîbûna raya giştî ya Kurd bê girtin jî maskeya Yekîneyên Parastina Sînor tê bikaranîn.

Hin agahiyên di çarçoveya planên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de li pişt perdeyê sewqiyata leşkerî ya ku PDK'ê li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor ê Iraqê ber bi herêmên gerîla ve kiribû, zelaltir bûn.

Di hin wêne û dîmenên ku ANF’ê bi dest xistine de, derket holê ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor girêdayî PDK’ê ne. Hêzên bi navê Zerevanî di nava hêzên şandin herêmê de cih girtin, hêzên Gulan û Parastin ên girêdayî Mesrûr Barzanî jî şandin qadên gerîla.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistine, hate gotin ku dewleta Tirk ji PDK’ê xwestiye zêdetir zextê li herêmên gerîla bike da ku planên dagirkeriyê bi ser bikevin. Hat destnîşankirin ku PDK’ê li ser vê bingehê gav avêtiye û hate gotin ku divê ev yek li ser navê Iraqê bê kirin da ku raya giştî ya navxweyî ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûnê nîşan nede.

Dixwazin Iraqê bikişînin nava şer

Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku PDK’ê bi planên curbecur dixwaze Iraqê jî bike nava polîtîkayên dewleta Tirk û PDK ji bo di vê çarçoveyê de hevdîtinan bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bike şandeyek şand Bexdayê. Hat destnîşankirin ku şandeya PDK'ê ya li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta navendî re rûniştibû û bi hinceta ku pêşî li bazirganiya madeyên hişber û qaçaxçîtiya li ser sînor bigire ji hikûmeta navendî ya Iraqê hêz xwest. Hate ragihandin ku  ji bo pêşîgirtina li bazirganiya madeyên hişber û qaçaxçîtiyê li hev kirine ku li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de hêz bişînin ser sînor, lê PDK'ê di bin navê vê hêzê de hêzên xwe şandine herêmên gerîla.

Biraziyê Hoşyar Zêbarî

Hat zanîn ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê ku ji bo herêmên Dihok û Şêladizeyê hatine şandin, hêzên PDK’ê ne. Hat zanîn ku berpirsê vê hêzê biraziyê Hoşyar Zêbarî Dilêr Ferzende ye. Tê gotin ku Ferzende serokê hêza çûye Şêladizê ye. Tê gotin ku hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî hewldanên PDK'ê yên bi vî rengî ye. Hat gotin ku Bexda ji vê rewşê aciz bûye û ji PDK'ê re jî hatiye gotin ku bicihkirina Yekîneyên Parastina Sînorên Iraqê bi vî rengî ne li gorî armanca Iraqê ye û ew li dijî vê yekê ne.

Her wiha hat gotin ku rayedarên Iraqê bi PDK'ê re hevdîtin pêk anîne û gotine, "We tiştekî din ji me re got, lê li qadan rewşeke cuda diqewime."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.