Xendek sedema felaketê ne
Duşem 7 Tebax 2023 - 13:17
Li gundên Tornavan, Yarimqa, Hacelî, Axurîk, Şamşatîn û Segdibeg ên navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê çend roj berê lehî rabû û di encamê de 150 heywan mirin, bi hezaran donim zevî jî di nava avê de man. Qada lehiyê li ser sînorê Îranê ye. Li gel dîwarên ji beton ên li ser sînorê Îranê hatiye danîn, her wiha xendekên bi îdîaya 'ewlekariyê' hatine kolandin jî bûn sedem ku felaketa lehiyê hîn bêhtir mezin bibe.
Bi cerdevanan re wêne kişandin
Piştî rûdana felaketa lehiyê Waliyê qeyûm Ozan Balci, Fermandarê Jendermeyan ê Bajêr Tûggeneral Huseyîn Bekmez û Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atanûr Aydin serdana herêma lehiyê kirin. Di dema serdanê de gundiyan nerazîbûn nîşanî wan dan û gotin, 'Gelo hûn ji bo kişandina wêneyan hatine?'. Li ser nerazîbûna gundiyan parêzvan û jendermeyan dest li gundiyan werdan û ew ji herêmê dûr xistin. Walî-Qeyûm Ozan Balci piştre bi cerdevanan re dîmen kişand û hewl da nîşan bide ku bi gundiyên mexdûr re axiviye.
Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, li ser mijarê axivî û diyar kir ku xendekên li ser sînor hatine kolandin hem zirareke mezin dide xwezayê hem jî rîskên felaketên mîna lehiyê jî mezin dike. Almaç ragihand ku xendek û dîwarên lê hatine çêkirin sîstema eko xera dikin û got, "Sedema herî mezin a lehiya dawî, ew xendekên bi îdîaya ewlekariyê hatine kolandin e. Me serdana gundên xwe kirin, em ê heta dawiyê bişopînin."
ANF/WAN