Xelkê Wanê li berxwe dide
Pêncşem 13 Sibat 2025 - 02:55
Xelkê Wanê li dijî hewldaneke xespkirina îradeya xwe, bêyî guh bidin hewayê sar heta serê sibehê li ber avahiya şaredariyê nobet girtin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan jî heta serê sibehê tevî ciwanan li ber avahiya şaredariyê man.
Roja sêşemê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Xelkê bajar jî bertekeke mezin nîşanî cezayê hatiye dayin da. Gel, piştî biryarê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir.
Gelek parlamenter û hevşaredar jî tev li çalakiya nobetê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê Siraç Çelîk jî tev li çalakiyê bûn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan jî heta serê sibehê tevî ciwanan li ber avahiya şaredariyê man. Hevşaredar Dogan Hatûn di çalakiyê de got: “Gelê Wanê dîsa xwedî li îradeya xwe derdikeve. Kesek nikare li hemberî vê seknê bisekine.”
Hevserokê GABB’ê Siraç Çelîk jî got: “Heta ku ev gel û berxwedan bi me re be her tim em ê bi ser kevin. Tu îrade nikarin xwe li ber vê berxwedanê bigirin. Dê tu caran bi ser nekevin. Gelê Kurd li ser pêyan e û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em ê rê nedin xespkirinê.”
Rê nedin qeyûm
Neslîhan Şedal, banga xwedîderketina li îradeya xwe li her kesî kir û got: “Bi taybet jî jin û ciwan divê xwedî li îradeya xwer derkevin. Nobeta me dê bidome. Werin bi coşeke mezin tev li bibin. Gelê Wanê dê careke din tişta pêwîst bike. Xwedî li bajar û destkeftiyên xwe derdikevin. Em li vir in û xwedî li vîna gel derdikevin. Gelê me dê rê nede xespkirin, qeyûm û AKP’ê.”
NAVENDA NÛÇEYAN